Tirkîyê Dijî Kovara Fransî Charlie Hebdo Dozê Vedike

Tirkîyê Dijî Kovara Fransî Charlie Hebdo Dozê Vedike

.

A+A-

Karbidestên Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku jiber ku kovara rexnegirîyê ya bi navê Charlie Hebdo ya Fransî karîkaturê Serok Tayyîp Erdogan weşandibû ewê wek bersîv gavên qanûnî û dîplomatîk bavêjin.

Hevdem, karbidstan karîkaturê Erdogan ya di kovara Charlie Hebdo de, wek hewildaneke gelek xirab ya jibo belavkirina nîjadperestiya çandî û nefretê nirxandin.

"Divê gelê me guman neke ku dê hemî gavên pêdivî yên qanûnî û dîplomatîk dijî vê karîkaturê werin avêtin. Şerê me yê hemberî van gavên bêedeb, nîyetên ne paqij û heqeratê ewê heya dawîyê bi aqilane lê bi biryar bidome, ”Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Tirkîyê Fahrettin Altun got.

Karîkatura li ser rûpela pêş ya kovara Charlie Hebdo nîşan dide ku Erdogan bi tîşortek spî û derpê di gel jineke ku di nava hîcaba îslamî de û di destê wî qutîyeke vexwarinê heye, rûnîştîye,

Hersa ya dijî vê karîkatura Erdogan, alozîya di navberê Tirkiye û Fransa ya di derbarê li karîkaturên Pêxember Mihemed zêde kir.

Li Fransa piştî ku mamosteyekî di serê vê mehê di derseke mafên medenî ya welatîyan de li ser azadîya axaftin û îfadekirinê de karîkaturên Peygamber Mihemed nîşan dabû, serê wî hatibû jê kirin.

Karîkaturên Pêxember Muhemmed, ku ji hêla Misilmanan ve wekkufrê tê nirxandin, li Fransa bo piştvanîya bi mamosteyê hat kuştin, tê weşandin û Serokê Fransa Macron got ku bo rawestandina bawerîyên Îslamî yên konservatîf ku nirxên Fransî hildiweşîne û gelek Misilmanan aciz dike, ewê du qat hewldana bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin