Tirkiyê di lîsteya 'Welatên neazad' a Freedom House de ye

Tirkiyê di lîsteya 'Welatên neazad' a Freedom House de ye

Rapora îsal a Freedom House ku li ser azadiya giştiyê welatên cîhanê bi ser navê 'Demokrasî paş de diçe' hatiye belavkirin, balê dikêşîne ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovî ku sal bi sal zêdetir dibe.

A+A-

Di raporê de 50 welat di nav welatên neazad de tê destnîşankirin ku Tirkiye jî di nav wan de cîh digire. Aliyên nêzî hikûmeta Tirkiyê raporê wek ne rast pênase dikin û nirxandinên raporê red dikin lê siyasetmedarên opozîsyonê dibêjin ne tenê ev rapor di gelek raporên din ên navdewletî de rewşa azadî û mafên mirovan a li Tirkiyê xerab tê destnîşankirin.

Sazîya fîkr û ramanê Freedom House ku navenda wê li Washingtonê ye di rapora xwe ya îsal de li ser azadiyê Tirkiye, di kategoriyê de welatên neazad de nîşan dide. Di raporê de Tirkiye bi 31 pûanê li gor welatên wek Iraq, Madagaskar, Mozambîk, Pakîstan paş de maye.

Li gor raporê sedema vê rewşê jî girtina siyasetmedar, rojnamevan û zêdebûna dozên li ser eşkerekirina fîkr û ramanan tên destnîşankirin. Aliyên nêzî hikûmeta Tirkiyê rexne li raporê dikin û dibêjin raporek objektîf nîn e.

Li gor raporê ku bi sernava spotekî 'Demokrasî paş de diçe' hatiye belavkirin, rewşa azadî mafên esasî yên 195 welat hatin nirxandin. 86 welat wek welatên azad, 59 welat piçek azad, 50 welat jî wek azad nîn e hatine destnîşankirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin