Tirkiye Çiyayê Qestelê bombebaran dike!

Tirkiye Çiyayê Qestelê bombebaran dike!

Hate ragihandin ku firokeyên şer ên Tirkiyê bi awayekî berdewam Çiyayê Qestelê bombebaran dikin. Şervanên YPGê jî ji bereyên xwe yên li Çiyayê Qestelê venekişiyane û li ber xwe didin.

A+A-

Li gor Rûdawê,  ji şeva borî ve Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê yên li hember Kilîsê topbaran dikin, lê artêş qet pêş neketiye.

 

Peyamnêr Şewket Herkî behsa wê yekî jî kir ku Artêşa Azad a Sûriyê dixwaze ji Til Rifet a Ezazê bereyeke nû ya şer veke, Artêşa Tirkiyê jî bi dehan topavêj û tank ber bi sînorê Ezazê bi rê kirine.

 

Li gor medyaya Tirkiyê şeva borî karwaneke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ji bo piştgiriya hêzên ser sînorê Sûriyê gihişte bajarê Kilîsê.

 

Piştre karwana leşkerî ber bi sînorê Sûriyê hate birêkirin ku çendîn tank têde bûn û ji bo piştevaniya yekeyên leşkerî yên li ser sînor hatibûn şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin