Tirkiyê cihek li Qamişlo bombebaran kir

Tirkiyê cihek li Qamişlo bombebaran kir

.

A+A-

Droneke Tirkiyê îro cihek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gor agahiyan, balafireke bê firokevan a Tirkiyê îro xaleke sînorî ya li nêzîkî nexweşxaneya taybet bi Koronayê li bajarê Qamişlo bordûman kiriye.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, droneke Tirkiyê cihek li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 a li bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya li bakurê bajêr, bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de birîndar hene.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku bi fermî wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê naskirin, hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Herwiha artêşa Tirkiyê jî têkildarî bûyerê tiştek negotiye.

Li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê jî êrîş berdewam in

Li aliyekê din her îro doneke Tirkiyê gundê Xerezê li rojavayê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar herwiha îro gundê Tewîle li rojavayê bajarokê Til Temir û li ser rêya navdewletî ya M4 topbaran kirine.

Artêşa Tirkiyê duh jî dest bi topbaranên berfireh li gundewarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Eyn Îsa, Minbic û Şehba û Şera li herêma Efrînê kir, bi dehan gund topbaran kiribûn.

Êrîşa 6ê Tebaxê

Di 6ê Tebaxê de jî droneke artêşa Tirkiyê li navçeya Pîşesazî ya bajarê Qamişlo ku weke Sinaa tê naskirin, otomobîlek kiribû armanc û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê derbarê wê êrîşê de ragihandibû, ku 2 ji kesên jiyana xwe ji dest dane, zarok bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) jî diyar kiribû ku endamekî Dîspilîna Leşkerî ya HSDê di heman êrîşa roja 6ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest daye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin