Tirkiye bûye zibilxaneya Ewropayê

Tirkiye bûye zibilxaneya Ewropayê

.

A+A-

 Rêxistina jîngeh û hawîrparêziyê Greenpeace di rapora ku îro 17ê Gulanê belav kiriye de hişyarî da û got, “Tirkiye bûye sergoya herî mezin a bermahiyên plastîk a Ewropayê.”

Di rapora Greenpace de tê gotin, Brîtanyay di têkoşîna dijî qirêjiya bermahîyên plastîk de pêşeng e û welatên herî zêde bermahîyên plastîk hawirde dikin jî Tirkiye, Malezya û Polonya ne.

Greenpace dibêje, bermahîyên plastîk ên ji welatên wekî Almanya yên Ewropayê hatine şandin li Başûrê Tirkiyê bo jîngehê hatine avêtin û şewitandin, li şûna ku li jîngehê werin vegerandin.

Tê diyarkirin ku sala borî ji sedî 40ê hinardeya bermahîyên plastîk ên ji Brîtanyayê bo Tirkiyê hatine şandin ku ew jî 210 hezar ton dike.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin