Tirkîye: Birazîya Salih Muslim li Mêrsînê xwe radest kirîye

Tirkîye: Birazîya Salih Muslim li Mêrsînê xwe radest kirîye

Ajansa nûçeyan a Anadoluyê belav kirîye, ku Dalîya Mehmûd Muslim, roja 15ê vê mehê li bajarê Mêrsînê bi rêya razîkirinê xwe radestî hêzên şubeya têkoşîna li dijî terorê ya Rêveberîya Asayişa Mêrsînê kirîye.

A+A-

 

Li gor nûçeyeka ajansa fermî ya dewleta Tirkîyê, birazîya Salih Muslim, Dalîya Mehmûd Muslim li bajarê Mêrsînê xwe radestî hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê kirîye, lê belê bavê wê dibêje, em berpirsyarîya revandin an radestkirina wê dixin stuyê desthilata Herêma Kurdistanê. Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî ragihand, birazîya Salih Muslim ji ber peywendîyeke evîndarî ji YPJê cuda bûye û bi rêya Herêma Kurdistanê bi qaçaxî çûye Tirkîyê û xwe radestî polîsê Tirkîyê kirîye.

Ajansa nûçeyan a Anadoluyê belav kirîye, ku Dalîya Mehmûd Muslim, roja 15ê vê mehê li bajarê Mêrsînê bi rêya razîkirinê xwe radestî hêzên şubeya têkoşîna li dijî terorê ya Rêveberîya Asayişa Mêrsînê kirîye.

Heman çavkanî dibêje, Dalîya ya 21 salî di yekemîn lêkolînan de li xwe mikur hatîye ku birazîya Salih Muslim e û pasevana nêzîk a Gulten Altaş (Esma Samûr) bûye ku navê wê di Lîsteya Sor a Tirkîyê de ye, û bavê wê jî li Kobanî di nav refên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) de kar dike.

Ajansa fermî ya Tirkîyê herwiha belav kirîye, ku Dalîya Mehmûd Muslim bi rêya razîkirinê xwe radestî hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê kirîye. Weke ku ew ajans dibêje, ji destpêka sala 2020 ve heta niha 110 kesên ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya razîkirinê, xwe radestî hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê kirine.

Duh 19ê Tîrmehê, Mehmûd Mihemed Muslim, bavê Dalîya ya 21 salî di daxuyanîyekê de bo raya giştî gotibû, keça wî berî şeş salan ji bo rûbirûbûna DAIŞê bûbû şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), “lê belê berî şeş mehan ji ber sedemên tendirustîyê ji hevalên xwe û erkên xwe veqetîya û çû Herêma Başûrê Kurdistanê bo çareserîyê, di peywendîyê de bû li gel kesûkarên xwe, heta berîya demeke kêm têkilî kir ji bo vegera bo nav kesûkarên xwe li Rojava, lê ji nişka ve me dît ku radestî desthilata Tirkîyê û dezgehên wê yên sîxorîyê hatîye kirin.”

Bavê Dalîyayê dibêje: “Ji ber wê em di vê bawerîyê de ne ku berpirsyarîya revandina wê li Başûr yan radestkirina wê bi dezgehên istixbaratî yên Tirkîyê dikeve ser milê desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê. Her tiştek jî ji zarê ve derkeve an di jêr fişaran de jê re were gotin, gotinên nerast in û armanc ji wê jî pîskirina navûbanga malbatê û sazîyên îdarî yên xweserîyê ye li Rojava.”

Piştî wê daxuyanîyê û belavbûna nûçeyê bi awayên cuda cuda di hin dezgehên medyayî de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro 20ê Tîrmeha 2020 daxuyanîyek belav kir û têde tometa radestkirina Dalîya Mehmûd Muslim bi Tirkîyê ji alîyê Herêma Kurdistanê ve bi tevahî red kir û ragihand: “Ev nûçe ti bingeheke wê nîne, belku hewleke xapînokî ye bo veşartina rastîya mijarê.”

Wezareta Navxwe herwiha derbarê hatina Dalîya Mehmûd Muslim bo Herêma Kurdistanê û paşê çûna wê bo Tirkîyê zanyarîyan dide û dîyar dike: “Dalîya Mehmûd Muslim naskirî bi Vîyan Şervan, piştî ku ji hêzên YPJê vediqete, li gel çekdarekî din ê xelkê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê yê bi navê Selam Remezan Mihemed naskirî bi Tolhildan ku di nava refên YPGê de bûye, peywendîyek evîndarî çê dikin û herdu bi hev re biryara destberdanê didin û direvin. Remezan di roja 9-7-2020 bi dilê xwe vedigere Tirkîyê û paşê jî Dalîya Mehmûd Salih ji bo ku têkilîyê bi Selam re bike, di roja 14-7-2020 de bi qaçaxî diçe Tirkîyê û piştre li bajarê Mêrsînê xwe radestî polîsê Tirkîyê dike. Lewma bi ti awayekê peywendîya Herêma Kurdistanê bi vê mijarê ve nîne.”

Di beşeke daxuyanîyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku amadeyîya temam a xwe bo lêkolînê nîşan didin, Herêma Kurdistanê dê hertim weke penageheke aram bo wan kesan bimîne, ku berê xwe didin wê û ew hewlên xapînokî jî ti bandora wan li ser helwêsta wê ya neguher nabe.”

Salih Muslim, hevserokê berê yê PYDê û berpirsê peywendîyên derve yê wê partîyê, têkildarî mijarê ragihandîye ku Dalîya li Herêma Kurdistanê radestî Tirkîyê hatîye kirin.

Dr. Mustefa Muslim, birayê Salih Muslim û Mehmûd Muslim bavê Dalîya, zanayekî mezin ên zanistên îslamî ye û ew dema çend salan e ku li Tirkîyê dijî û li Zanîngeha Zehra ya Taybet li bajarê Dîlokê (Entab) yê Bakurê Kurdistanê kar dike, 90 pirtûk û lêkolînên wî derbarê zanistên îslamî de hene.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin