Tirkîye bertek nîşanî peymana petrolê da: Nayê qebul kirin

Tirkîye bertek nîşanî peymana petrolê da: Nayê qebul kirin

Wezarete Derve ya Tirkîyê peymana petrolê ya din av bera HSDê û şîrketa Amerikî bertek nîşan da û got: “Nayê qebul kirin.”

A+A-

 

Wezarete Derve ya Tirkîyê peymana petrolê ya di nav bera HSDê (Hêzên Surîya Demokratîk)û şîrketa Amerikî ya bi navê Delta Crescent Energy LLC, bertek nîşan da û got: “Nayê qebul kirin.”

Di daxuyanîya xwe de Wezarete Derve ya Tirkîyê got, “Ev peyman wek fînansmana terorê ye û piştgirîya Amerikayê bo vê peymanê şermezar dikin.” Wezaretê dîyar kir “Em li hemberî vê peymanê ne ku Amerîka huquqa navnetewî binpê kirîye, çav li yekitî û serwerîya Sûrîyê kiriye û peyamn bûye fînansmana terorê.”

Wezaretê got “Xwedîyê çavkanîyên xwezayî yên Sûrîyê gel e.”

 Ev demeke di navbera HSD (Hêzên Surîya Demokratîk) û şîrketa Amerikî ya bi navê Delta Crescent Energy LLC, peymaneke petrolê hatîbû îmza kirin.

Peyman ji alîyê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û senatorê komarî Lindsay Graham piştgirî stendibû.

Doh jî 02.08.2020an rêvebirîya Şamê bertek nîşanî peymanê dabû û wek “hewla dizîtîyê” bi nav kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin