Tirkîye behsa xilasbûna operasîyona “Kanîya Aşitîyê” dike!

Tirkîye behsa xilasbûna operasîyona “Kanîya Aşitîyê” dike!

HSD: Êrişên Tirkîyê xilas nebûne û şerekî giran heye

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand, êrişên wan li ser Rojavayê Kurdistanê xilas bûne lê tenê li hember êrişên hember xwe diparêzin!

Wezareta Berevanîya Tirkîyê îro di daxuyanîyekê de ragihand, operasîyona wan ya bi navê “Kanîya Aştîyê” li dijî Rojavayê Kurdistanê xilas bûye.

Di daxuyanîya wê wezareta Tirkîyê de hatîye gotin, lê ew niha bersiva wan êrişan didin ku ji alîyê hember (qesta wan YPG û HSD ye) li dijî wan tê kirin.

Ev daxuyanîya hikûmeta Tirkîyê di demek de tê dayîn ku fermandeyên HSD û YPGê dibêjin, çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê bi piştevanîya topxaneyên artêşa Tirkîyê ji çend alîyan ve êrişî wan bi taybet sivîlan dikin û şerekî giran heye.

Tirkîyê roja 9 Cotmeha îsal operasîyona “Kanîya Aşitîyê” li dijî Rojavayê Kurdistanê dabû destepêkirin.

Di encama operasîyonê de Tirkîyê bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê yên Rojavayê Kurdistanê dagîr kir û wek “herêma aram” ragihand.

Tirkîye dest bi ceribandina S-400 dike

Di demekî ku mijara mûşekên S-400 di navbera Tirkîye û Amerîkayê de pirsek ciddî û aloz e, Enqere li ser bikaranîna mûşekan gavek nû davêje.

Li gor daxuyanîya Parêzgerîya Enqereyê ceribandina mûşekên S-400 îro destpê dike û dê du rojan berdewam be. Balafirên F-16 dê li ser mûşekên S400 ku li Enqerê Meydanên Asmanî yên Mûrtedê hatine bicih kirin bifirin û sîstemên radarê yên mûşekan biceribînin.

Ligor daxûyanîyên berprisên Tirkîyê piştî temambûna firînên ceribandinê, pilan ew e, ku mûşekên S-400 sala bê werin xebitandin.

Amerîka ji ber kirîna mûşekên S-400, firotina balafirên F-35 bo Tirkîyê qedexe kiribû. Li ser vê yekê Enqere jî bedîlên F-35an digere û careke din berê xwe dide Rusyayê. Amerîka digel qedexekirina F-35an bi berdewamî gefa cezayên aborîyê jî li Tirkîyê dixwe. Herî dawî berpirsekî payebilind ê  Amerîkayê xwestibû Tirkîye S-400an an vegerîne Rusyayê û an jî tine bike.  

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mewlût Çavuşoglu jî bersiva wî dabû û gotibû, ew qebûl nakin Amerîka xwe ser Tirkîyê ferz bike.

 

 Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin