Tirkiyê baca li ser berhemên Amerîkayê zêde kir

Tirkiyê baca li ser berhemên Amerîkayê zêde kir

Tirkiyê baca li ser hin berhemên amerîkî zêde kir û biryara Serokomariya Tirkiyê ya di vê derbarê de di Rojnameya Fermî de hate belavkirin.

A+A-

Qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di qada bazirganiyê jî reng vedide. Bi biryara nû ya Serokomariya Tirkiyê baca li ser berhem û kelûpelên amerîkî zêdetirî %100 hate zêdekirin.

 

Li gorî biryara ku di rojnameya fermî de hate weşandin, baca li ser hin berhem û kelûpelan wiha ye: “Fêkiyên hişkkirî %20, birinca amerîkî %50, alkola denature an ku alkola etîl %20. Alkola bi lîkor %140, tûtin û berhemên tûtinê %60.

 

Herwiha baca kelûpelên makyaj û ciwaniyê %60, PVC %50 û madeyên plastîkî jî %60 hatine zêdekirin.

 

Tirkiyê bi vê biryarê baca li ser otomobîl û wesayitên bi motor ên veguhestinê yên amerîkî jî %120 zêde kir.

 

Di biryarnameyê de tê gotin, ku kelûpel û berhemên beriya vê biryare hatine kirîn, divê heta 45 rojan bi belge werin veguhestin, nexwe ew jî dê bikevin bin van mercên nû yê bacan.

 

Hêjayê gotinê ye, ku heftiya borî Serokê Amerîkayê Donald Trump jî biryara derbarê zêdekirina baca li ser pola û elemînyûma tirkî îmze kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin