Tirkiye- 243 kesên din bi Koronayê mirin

Tirkiye- 243 kesên din bi Koronayê mirin

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 54 hezar û 562 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 243 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja duşemê 12.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên ragihand.  Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê da zanîn di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 301 hezar û 68 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 54 hezar û 562 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 243 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 41 hezar û 218 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 903 hezar û 573 kesan û 34 hezar û 182 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 372 hezar û 629 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin