Tirkiye- 117 kesên din bi Koronayê mirine

Tirkiye- 117 kesên din bi Koronayê mirine

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawîn de 22 hezar û 216 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 117 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja duşemê 22.03.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 201 hezar û 215 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 22 hezar û 216 ji wan pozîtîv bûye. Herwiha 117 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 19 hezar û 494 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 35 hezar û 338 kesan û 30 hezar û 178 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 844 hezar û 681 kes jî ji vîrusê baş bûne.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin