Tirk li Dîyarbekirê gilîyên hev ji hev re dikin û pesnê xwe didin!

Tirk li Dîyarbekirê gilîyên hev ji hev re dikin û pesnê xwe didin!

Her çi hikmet e hukimet û mixalefeta Tirk wexta dihên Diyarbekirê pesnê welatê xwe û alaya xwe didin. Ev jî dîyar dike ku derdê wan giran e û meseleya kurd û Kurdistanê mêjîyê wan dorpêç kirîye.

A+A-

Serokwezîrê Tirk Bianalî Yildirim îro çûye paytaxta Kurdistanê Dîyarbekirê û li wê giliyê serokê partîya CHP ji kurdan re kirîye û peyvê anîye ser wê yekê û gotîye; êdî dem dema biratî û bi hevre yekîtya Tirkîyeyê ye. Cimhurîyetê Tirkiyê dewleteka mezin û xurt e, kes nikare zora wê bibe. Bol bol  demegojî kirîye û pesnê Diyarbekirê û Diyarbekirîyan daye û destnîşan kirîye;  dîyarbekirî hergav xwedî li yekîtîya Tirkiyê derketîne û ew dê vêya dewam bikin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim li Diyarbekirê rexne li serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu kiriye û meşa wî ya edaletê ku di navbera Anqera û Stenbolê de dike, rexne kirîye û pesnê alaya xwe ya Tirk daye û gotîye; ger Kilicdaroglu bimeşîya divîyabû li hember derbeya 15ê tebaxê bimeşîya, lê dîyarbekirî di dema derbeya 15ê Tebaxa 2016ê de raîştine alaya Tirk û derketine kuçe û kolanan meşîyane.

Her çi hikmet e hukimet û mixalefeta Tirk wexta dihên Diyarbekirê pesnê welatê xwe û alaya xwe didin. Ev jî dîyar dike ku derdê wan giran e û meseleya kurd û Kurdistanê mêjîyê wan dorpêç kirîye; ji bo kurdan di hundirê sîstemê de bigrin; bêçare ne. Ew ji diktatorê Iraqê Seddam fêr bûne ku ew jî êdî axaftinên xwe bi çend gotinên kurdî dawî tînin. Binalî Yildirim jî îro li Diyarbekirê bi kurdî ‘bi ser sera û ser çavan’ axaftina xwe xelas kirîye. Saddam jî cara dawî li Dihokê bi kurdî axaftibû lê dawîya axaftina wî nehatibû!!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin