Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tirk, Ereb, Faris û Dersên Dîrokî!

A+A-

Dîrok û rûpelên dîrokê bi hezar belgeyan tijeye ku; „tirk, ereb û faris" neyarên kurdan e. Naxwazin ku kevirê kurdan li ser kevir bimîne. Ku ji wan were wê kurdan di tasek av de bixeniqînin. Ev rastî, bi sedan salaye li ser axa Kurdistan, di herêma naverast de derketîye pêşberî netewa kurd.

„biratîya gelan, biratîya İslamê a olî", tenê ji bona domkirina nîrê koledarîyê li ser kurd Kurdistan hatîye bikar anîn. Her sê netewên ku Kurdistan di nav xwe de parvekirine, misilman in. Lê ev 4 sed sale bi zilm û zordarîya wan, xwîna kurdan li ser axa Kurdistan dirije. Ne „biratîya gelan, ne jî biratîya ola Îslamê" fêde nekirîye ji domkirina zilm û zordarîyê pêve.

Ji ber van dersên dîrokî, divê Kurd di herêma Naverast de bawerîyê ne bi tirkan, ne bi ereban û ne jî bi farisan neynin. Divê Kurd kirinên wan, gotinên wan, helwestên wan ji xwe re bikin guhar û têxin guhê xwe! Ji dijminan „dost", encak bi têkçûna dijminan re derdikeve pêşberî me. Di virde jî divê em bi mesafe bin. Dema fersend têkeve destê wan, dijminatîya wan dikeve bîra wan!

Nûrî El Malikî; dema ku li İraq cîh lê teng bû, hat Başûrê Kurdistanê û xwe avêt bextê Kurdan. Kurd xwedî lê derketin û ew parastin. Roja bû serokwezîrê İraq, gava wî a yekem Kurd bi qutkirina nifqê wan tehdît kir û xwest ku bi „birçîbûnê kurdan terbîye" bike.

Dema ku êrîşên DAİŞ hatin ser axa Kurdistan hemû çek û teqemenîyên artêşa İraq teslîmî DAİŞ kir û emir da artêşa İraq ku „ şer nekin û vekişin"(!)

Dema ku di navbera hêzên başûrê Kurdistan de pirsgirêkên siyasî û qeyranên aborî destpê kir û bû sebebên alozîyan di Kurdistan de; Nûrî El Malikî destê xwe dirêjî baskek ji kurdan li Kerkûk û Silêmanîyê kir. Xwest ku van qeyran û alozîyan ji bona berjewendîyên xwe bikar bîne. Her, Êrîşî serokatîya Kurdistan, hêzên Pêşmergan kir û di daxuyanîyên xwe de eşkere got;  „cîhên ku îro pêşmerge tê de ne, divê jê derkevin!"

Lê beşek kurdan: Bê ku hasasîyeta kurd û Kurdistan bînin ber çavan, destê xwe dan vî neyarê kurdan û xwestin ji bona berjewendîyên hizbî, partîzanî gotinên wî bikar bîn in.

Çi digot Nûrî el malikî?

Digot "sebebê qeyrana aborî li Kurdistan, bi sere xwe firotina nefta Kurdistan e. Ev biryar bû sebebê ku Kurd raserî birçîbûne bên"(!)

Ev gotin li hesabên hinek hêzên kurdan dihat; bi destê Nûrî El Malikî girtin û ew anîn Kerkûk, Silêmanîyê û Helepçe..Ji vî qatîlê kurdan re ketin rêzê. Ev rûreşîyek mezin bû ji van siyasetmedarên kurdan re ku ders ji dîrokê negirtibûn.

Îro Nûrî El Malikî çi dibêje?

serokê Partiya Dewa Îslamî û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî dibêje;

„Pêşmerge bila vekişe sînorê berê"

Ev gotin dijminatîya kurdan, bêqîmetkirina xwîna Pêşmergên qahreman û hebûna kurdan, berxwedanên kurdan yên sedan salan li ser axa wan erzan dike! Dûh çawa bi Enfal, bi çekên kîmyewî em terbîye dikirin, îro jî bi birçîbûnê, û bi tehdîda qeyranan me tehdît dike Malikî.

Divê Kurd van gotinan baş bi nirxînin û bizanibin bê çi tehlûkên mezin li pêşîya wan in! Li İraq şerrê netewî, şerrê mezheb3i teze teze gur dibe. Li herêmê alozî mezin dibin. Piştî rizgar kirina Musil wê kurd rû bi rûyî tehlûkên mezintir bên

Bi mafdarî berpirsê yekeyên heftê (70) yên Hêzên Kurdistan Şêx Cafer, qesda Nûrî El Malikî dike û gazî siyasetmedarên Başûrê Kurdistan dike û dibêje;

"Bila ji bo wî sînorek bê diyar kirin.''

Sînorên niha ku hatine pejirandin, bi xwîna hezaran cangorîyan hatîye avdan û parastin. Ev sînor bi rêkvtina berevanîya İraq, Amerîka, Hêzên Hevpeymanan ve pêk hatîye. Li ser van biryarên hevpeyvîn û rêkevtinan Pêşmerge xwîna xwe dirjîne, cangorîyan dide. Divê bi ti mercê xwîna kurd û Kurdistan erzan neyê qurbanî kirin!

Di virde siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman jî li ser helwesta Nûrî El Malikî nerazîbûna xwe nîşan dide û dibêje: "helwêstê serokê partiya Dewa îslamî û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li hember Kurdistanê pir xirabe û tu niyetekî wî yê baş li hember Kurdistanê tuneye."

Niyeta nûrî El Malikî di derheqa Kurdan de, di derheqa Başûrê Kurdistan de û di derheqa serokê hikûmeta Başûrê Kurdistan de pir xerab û di hestekî dijminatî deye. Nakokîyên di navbera hikumeta Ebatî û Nûrî El malikî de Kurdan eleqeder nake. Divê Kurd li ser rêka xwe, li ser ajenda xwe, li ser armancên xwe yekhelwest bin. Ev wê helwestên dijminên kurdan têk bibe..

Ev dijminatîya Nûrî El Malikî ku serokê Partî Dawa Îslamî ye, hestên armanc û êrîşên DAİŞ bi xwe ne. Ev jî dide nîşan ku piştî têkçûna DAİŞ, wê tehlûkên hîn mezintir, alozîyên hîn mezintir werin ser axa Kurd û Kurdistan. Di vir de roj berî roj, eger siyasetmedarên kurdan, ronakbîr-rewşenbir-zanayên kurdan, hunermend û dewlemendên kurdan, çapemenîya kurdan, mîna pêşmergên qahreman bi yek helwest li henber van tehlûkan yekhelwest nebin, wê ji êrîşên DAİŞ bêtir sere me biêşe.

27.10.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin