TIMES: TIRKÎYE GEŞTYARAN HIŞYAR DIKE KU HEKE REXNEYA ERDOGANÎ BIKIN WÊ BÊNE DESTESERKIRIN!

TIMES: TIRKÎYE GEŞTYARAN HIŞYAR DIKE KU HEKE REXNEYA ERDOGANÎ BIKIN WÊ BÊNE DESTESERKIRIN!

Rojnameya Brîtanî Times, cih da gotara Suleyman Soyluyî ku gotibû 'ewên ku beşdarî civînên PKKê li Ewropayê bûbin û dûre tên Tirkîye bo geştyarîyê, ew ê bêne desteserkirin.'

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Suleyman Soylu berî niha gotibû 'ewên ku li Ewropayê beşdarî civînên PKKê bûbin heke bo geştyarîyê werin Tirkîyê, bêne desteserkirin'

Rojnameya Brîtanî Times, cih da vê gotara Suyluyî û wi sa got "Wisa xuyan dike ev gef, bo turîstên Elman e ku Wezareta Derve ya Elmanyayê ji malpera xwe ew hişyar kiribûn ku rexne li Erdoganî nekin û Berdervka Wezareta Derve Maria Adebahr jî ragihandibû ku di rewşa heyî de dê bikêr neyê û gotibû helwesta me ya li hember PKKê zelal e lê li alîyekî din azadîya civîn û vegotinê, bo me nirxên hêja ne ku divê bêne parastin.

Nûçeyên li ser vê yekê rojnameyên Elmanî ê wekî Der Tagesspiegel û Bildê de jî derketibûn ku ji aliyîyê Tirkîyê ve hatibûn derewandin.

Li alîyekî din, Wezareta Derve ya Elmanyayê jî li ser tora civakî welatîyên xwe bo geşta Tirkîyê hişyar kiribû ku welatîyên Elman, li Tirkîyê bi awayekî keyfî têne girtin.

Di rojnameya Timesê de bale dikşîne ser gelemşeyên di nav têkilîya Tirkîye û Elmanyayê de û bibîr dixe ku kartên çapemenîyê yên 3 rojnamevanên Elmanî ji alîyê Tirkîyê ve nehatine dirêjkirin û hatiye gotin gelemşeya herî mezin di nav Berlîn û Enqerê de ev e ku rejîma Erdoganî hewl dide li ser 3 hezar welatîyên Elmanyayê bandorê bike.

Di nivîsarê de hat gotin, di nav 12 mehên dawîn de 6 welatîyên Elmanyayê li Tirkîyê bi tohmetên cihê hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin