Times: Heke Esed û Kurd li hev bikin dibe ku Trump wê serketina xwe rabigihîne

Times: Heke Esed û Kurd li hev bikin dibe ku Trump wê serketina xwe rabigihîne

Rojnameya Brîtanî Times, li ser êrîşa li Minbicê ku 4 serbazên Amerîkî jî can dabû analîzek weşand. Di analîzê de hat gotin sedema vekiş3ina Amerîkî ji Sûriyê diyar bû.

A+A-

Di analîza ku ji aliyê nûçegihana Rojhilata Navîn Richard Spencer ve hat nivîsîn de hat gotin ev êrîşa xwekujî nîşaneya niyeta Trumpî ye ku naxwaze serbazên Amerîkî di şerên ên dinan de can bidin.

Spencer herwiha şerê li Iraqê yê 2003an bibîr dixe û dibêje di wî şerî de Amerîka mecbûr mabû hem bi El Qaidê re hem jî milîsên Şie re şer bike û ev herdu îdeolojî herûher hewla avakiyina demokrasiyê ya li herêmê bi bombeyan tune kiriye û dibe ku heman êş û azar dê li Sûriyê jî derkeve pêşiya Amerîkayê.

Di analîzê de herwiha hat gotin Tirkiye, biryara vekişîna Amerîkayê bo xwe wek 'destûrek' dibîne û Rûsya jî bêdil dixuyê ku daxwazên Enqerê bicih bîne.

Spencer herwiha dibêje, heke Rûsya, beramberî xweseriya Kurdan rêkeftinekê digel Esedî re çêbike, wê demê dibe ku Trump serkeftina xwe rabigihîne. Dibe ku ev yek wisa bê şîrovekirin ku Amerîka cara pêşî 'karên giran' dixe situyê welatên dinan, lêbelê li Washingtonê gelek kes ji vê yekê aciz bbin ku Rûsya û Îran li Sûriyê li gor berjewendiya Esedî çarenûsa wî welatî diyar bikin.

Di dawiya nivîsarê de hat gotin ku dema di sala 2011an de Amerîka ji Iraqê vekişiyabû, serhildan li herêmê geştir bû û Amerika naçar ma piştî 3 salan vegere wî welatî. Gelo rêvebiriya Trumpî garantiya vê didin ku ev yek dê dubare nebe?

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin