Tîmên kurdan xweş dest pê nekirin

Tîmên kurdan xweş dest pê nekirin

Maçên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ên Tirkiyeyê îro dest pê kirin ku çend tîmên kurdan jî di nav van lîgan de dilîzin. Lê hin tîm bi ser ketin hin têkçûn.

A+A-

LÎGA 2'YEMÎN

Amed Spor îsal di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de ye. Amed Sporê îro tîma Anagold 24Erzîncanspor kir mêvan. Nîveka yekemîn a maçê 0-0 bi dawî bû. Di deqîqeya 56'an de ji Amed Sporê Abdullah Çetin qerta sor dît û tîma xwe 10 kes hişt. Û paşê di deqîqeya 74'an de Mustafa Ethem Erboga ji penaltiyê gola Erzîncanê avêt û 3 pûan birin mala xwe.

Van BB Spor jî di Lîga 2'yemîn lê di Koma Sor de dilîze. Van BB li Tarsus Îdman Yûrdû bû mêvan û maça wan bi 1-1'ê bi dawî bû. Her du tîman pûan parve kirin.

LÎGA 3'YEMÎN

Di Lîga 3'yemîn de jî çend tîmên kurdan hene. Ji van Diyarbekir Spor di Koma 1'emîn de ye. Diyarbekirê li Manîsayê bi 1-0 bi ser ket û 3 pûanên xwe girtin. Di Koma 2'yemîn de Mardînê Tokatspor bi 6-0 têk bir. Lê di heman komê de Agrî 1970 Spor li Kahtayê bi 3-0 têk çû.

Di Koma 3'yemîn de Batman Petrolê Erbaa bi 2-1 têk bir. Ji heman komê Cîzre vê hefteyê nelîst. Di koma 4'an de Sîîrt Îl Ozel Îdare heye maça wan jî îro nîn Bû.

Diyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin