Tîma Biden bo Merasîma Sondê Hazirîya Çalakîyên Onlayn Dike

Tîma Biden bo Merasîma Sondê Hazirîya Çalakîyên Onlayn Dike

.

A+A-

Tîma serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden ragihand ku ew dê jiber vîrusa korona bo merasîma sondê ya di 20’ê Çileyê de li seranserê Amerîka çalakîyên onlayn çêkin.

Piştî merasîma sondê ya li rojavayê Kongresa Amerîkî, Biden, xanima wî Jill Biden û cîgira hilbijartî Kamala Harris û mêrê wî dê herin alîyê din û beşdarî merasîma bi mesafeya civakî bibin.

Di wê merasîmê de, ku yek ji kevneşopîyên artêşê ye, Biden dê kontrol bike ku ka yekîneyên leşkerî hazir in yan ne.

Nûnerên hemî baskên artêşê dê bi Biden re ji Cadeya 15’an heta Qesira Sipî herin.

Komîteya Merasîma Sondê ya Seroktîyê ragihand ku ewê dîmenên dîrokî yên li rêya Qesira Sipî biweşînin û bal kişand ewê bi beşdarîyeke sînordarkirî, çalakîyeke bi mesafeyeke civakî li dar xin.

Biden dîyar kiribû ku ew bo merasîma sondê bi tîma Kongreya Neteweyî ya Partîya Demokrat, ku bi piranî onlayn li dar ketibû, hazir kiribû dixebitin.

Di merasîmên bo guherîna serokê Amerîka de bi giştî serokê berê û yê nû hilbijartî ji Qesira Sipî bi maşîneyên xwe diçin Kongresê. Serokê nû piştî sondê derbazî Qesira Sipî dibe û serokê berê jî bi giştî li helîkopterê siwar dibe û diçe.

Serokê Amerîka Donald Trump hîn bi awayekî zelal negotiye ku ka ewê beşdarî merasîma sondê bibe yan ne.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin