Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana Tîgrîs Haberê kir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana Tîgrîs Haberê kir

Şandeke ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat, bi çerçoveya xebatên hilbijartinê îro 28ê Sibatê çû serdana Tîgrîs Haberê û digel Gerînendeyê Giştî yê Weşana Tîgrîs Haberê Îlyas Akengîn civiya.

A+A-

Şandeke Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmur û Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel û Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, ê Peyasê Zekî Ekîncî, ê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner û ê Rezanê Hîdayet Fîdanî pêkhatî, îro serdana Tîgrîs Haberê kir û digel Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Îlyas Akengîn civiya.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyelî, behsa siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û got şaş e ku HDP dibêje partiya herî mezin a Kurdan ez im ku demekê AKPê digot. Bozyelî herwiha amaje bi vê yekê kir ku xelk bi naçarî dengan didin AKP û HDPê û em jî pêwîstiya alternatîfeke nû tînin cih.

Di civînê de Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş jî axivî û got AKP bi eşkere neyartiya kurdan dike û ev yek jî  xelkê li aliyekî kom dike. Kurd dibên qey netewebûn, kombûna li partiyekê ye. Ev fikreke şaş e. Polîtîkayeke HDPê ya tfaqê nîne. Aydogmuş anî ziman ku bo qerneke dirêj armanca wan ev e ku bi dostanî tevbigerin û ew neyartiya ti aliyekî nakin.

Piştî Aydogmuşî, Cîgirê Serokê PAKê Nurullah Tîmûr rwxne li HDPê girt û got HDP li Stenbolê bo CHPê namzetê xwe paşve dikêşe, li Dîlokê bo DSPê, li cihên din bo Partiya Saadetê. lê çima li cihên ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat lê bihêz in, namzetên xwe paşve nakşîne. Bila Li Mûş û Batmanê jî bo Tifaqa Welatperwer û Demokrat xwe paşve bikşînin.  

tigris2.jpgtigris3.jpgtigris4.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin