Tifaqa Welatperwer û Demokrat, namzetên xwe dan nasîn

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, namzetên xwe dan nasîn

Îro 10ê Sibatê, li Demîr Otela Amedê, bi beşdariyeke girseyî, Tifaqa Welatperwer û Demokrat, namzetên xwe yên serbixwe yên hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê, destnîşan kirin û dan nasîn.

A+A-

Tifaqa Welatperwer û Demokrat a ku bi pêşengiya herdu partiyên PAK û PSKê û bi piştgiriya kesayetên serbixwe bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê hatibû avakirin, îro 10ê Sibatê, li Demîr Otela Amedê, namzetên xwe yên bo serokatiya şaredariyan bi rayagiştî dan nasîn.

Civîn, bi rêzgiritina bo şehîdên Kurdistanê û bi xwendina Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hat vekirin.

Di civînê de axaftina pêşî  ji aliyê Endamê Meclîsa PAKê Sîraç Kirici ve hat kirin. Kırıcı, di axaftina xwe de, wateya vê hilbijartinê bilind nirxand ku kurdperweran, li hember siyaseta qeyyûman jî xendekan jî alternatifeke nû peyda kiriye ku ev jî destnîşan dike ku miletê kurd di warê îdarekirina xwe bixwe de ne bêalternatîf e û wisa pê de çû:

"Bala xwe bidinê, dewleta tirk, her deh salan carekê, zext û zoran dide destpêkirin da ku miletê kurd, bi pirsgirêkên xwe re mijûl bibe. Bi ya min ev konseptek e ku dixwaze kurd, dûrî xweseriya xwe ya neteweyî bijî. Lê êdî rewş, ne weke berê ye. Herdu partiyên me yên PAK û PSKê û hin rewşenbîr û siyasetvanên me, bi miletê me nîşan dan ku em alternatîfa sêyemîn in û çi siyaseta qeyyûmê, çi jî ya xendek û xapandinê, rê li ber siyaseta kurd bigire û kurd êdî mohra xwe li siyasetê bixe. Alternatîfa sêyemîn, projeya xweîdarekirina xaka xwe bixwe ye."

Piştî axaftina xwe, Sîraç Kirici, gazî Serokên Giştî yên herdu partiyên PAK û PSKê, Mustafa Özçelik û Mesut Tek, li ser dikê kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, di axaftina xwe de pêşî bixêrhatin da mêvanan û got Tifaqa Welatperwer û Demokrat encama xebata doza azadî û mafê çarenûsiya miletê kurd û gelê Kurdistanê ye û behsa hewldanên berê yên 24ê Hezîranê bo berfirehtirkirina tifaqa kurd kir û got: "Daxwaz ev bû ku ev tifaq hîn berfirehtir bibe, lê mixabin ew aliyên peywendîdar ne hazir bûn û nexwestin li ser prensîb, hişmendî rêbaz û sekneke neteweyî-niştimanî tifaqan bikin. Me jî got, ji me re, ji doza azadiya Kurdistanê re, ev bedelên heta îro re ya girîng, ev sekn û hişmendî ye, ne berjewendiyên rojane yên şexsî û grûbî ne û wisa pê de çû:

"Ji ber vê, wek PAK û PSK û rewşenbîr û siyasetvanên kurdan, me got em rêyeke nû vekin ber miletê xwe. Herwiha ev, ji bo pirrengî û pirdengiya Bakurê Kurdistanê, pêwîstiyek e, divê dengên cuda hebin û em hevdu qebûl bikin. Ewên ku nexwestin li ser prensîban tifaqê bikin, divê rêzê li bîr û baweriyên din jî bigirin."

Birêz Özçelîk, di axaftina xwe de herwiha behsa siyaseta dewleta tirk jî kir û got, dewleta tirk, siyaseya xwe li ser dijayetiya gelê kurd dihûne, tu bi dehan parlamenter û şaredariyan jî bidest bixî, ev dewlet, kîngê li hesabê wê tê, dibêje em ê vana ji destê we bistînin. Bidestxistina parlamenterî û şaredariyan girîng e bes doza azadiya Kurdistanê ji wan tevan girîngtir e. Bi vê fikrê, me got êdî bes e; ne siyaseta dewleta tirk, ne jî siyaseta xendekan ku rê li ber dewletê xweş kiriye ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake.

 

Özçelîkî herwiha da zanîn ku ji ber ku pergala hilbijartinê nahêle ew weke partiyên xwe beşdarî hilbijartinan bibin, bi namzetên serbixwe dê beşdar bibin û bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê û navçeyan namzet nîşan dane û hewla wan berdewam e bo cihên din jî namzetan nîşan bidin. Özçelîkî herwiha rahigand, li Stenbolê, Parêzer Mehmet Celal Baykara xwe îlan kiriye ku bibe namzet.

Özçelîkî axaftina xwe wisa qedand: "Ti şika me tune ku ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed, teslîmî Mela Mistefa Barzaniyê Nemir kiriye, weke li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê li ba dide, wê li Parlamentoya Bakurê Kurdistanê jî, li Qamişlo û Mahabad, û li ser Birca Diyarbekirê jî li ba bide."

Piştî axaftina Rêzdar Özçelik, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Rêzdar Mesûd Tek, axaftineke bi tirkî kir û got wexta me biryar da ku pengaveke wisa biavêjin, kesayetên ku ti gumana me ji welatperweriya wan tune gotin 'hûn çima dengên kurdan dabeş dikin, binêrin, qeyyûman davêjin ser şaredariyan ji ber vê jî divê em bibin yek, ma hûn ê çiqas dengan werbigirin, hûn nikarin bi ser bikevin'. Me jî wisa bersiv dane wan 'serkeftin, îzafî ye, serkeftin li gor pozîsyonan teşe digire û wisa pê de çû:

"Bi ya me ne rast e ku em serkeftina xwe li gor hejmara dengên xwe yên em ê werbigirin, bipîvin. Bi ya me serkeftin ev e ku em du partiyên Kurdistanî, digel kesayetên welatperwer dakevin qadan. Êdî diviyabû li cihekî em destpê bikin. Ma heta kîngê me yê mehkûmî mexdûriyetên hin tevgerên siyasî bibûna."

Piştî axaftinan serokên giştî yên herdu partiyên PAK û PSKê Deklerasyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi rayagiştî re parve kir. û namzedên şaredariyan gazî dike kirin.

Li gor vê, namzedên diyarkirî yên hin bajar û navçeyan wisa ne:

 

BAJAR:

Sait Aydoğmuş: Amed

M. Feyyaz Ekmen: Batman

Abdulkadir Demir: Mêrdîn

Ali Ziver Çakı: Mûş

NAVÇE:

Yenişehir /Amed: Ramazan Kahramaner

Kayapınar/ Amed: Zeki Ekinci

Rezan/ Amed: Hidayet Fidan

Qoser/ Mêrdîn: Şeyhmus Ünal

Nisêbîn/ Mêrdîn: Latif Köseoğlu

Lê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik da zanîn ku Parêzer M. Celal Baykara ji bo Stenbolê namzetiya xwe ya serbixwe ragihandiye û got ‘emê weke Tifaqa Welatperwer û Demokrat piştgirîya M.Celal Baykara bikin’. Her wiha Özçelikî got, ‘hewla ma ya ji bo destnîşankirina hin cihên din jî berdewam e’.

Civîna danasîna namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, ji aliye gelek sazî, rewşenbîr û siyasetvanên navdar ve hat şopandin. Her weha gelek endam û alîgirên PAKê, PSKyê û şexsîyetên welatperwer beşdarî civîna danasîna namzedên serbixwe bûn.

Hamit Kılıçarslan, Sıdkı Zilan, Muhittin Batmanlı, Paşa Akdoğan, Mele Arif û Cano Amedî, M. Emin Xurxurî, Gafur Türkay, Seîd Veroj , Ahmet Kanî, Tahsin Sever, Reşit Karakaya, Cabir Yoldaş,Dağıstan Toprak, İbrahim Güçlü, Vedat Koçal, Dr. Hasan Güneş, Can Gülşenoğlu, Hüseyin Kaplan, Şeyhmus Asık, Kemal Yıldırım, Şêx Mizbah, ji hin beşdarên civînê bûn.

danasîn1.jpgdanasîn2-002.jpgdanasîn3.jpgdanasîn4.jpgdansîn5.jpgdansîn6.jpgdansîn7.jpgdaansîn8.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin