Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Batmanê bû

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Batmanê bû

Roja Şemiyê 2ê Sibatê, Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Baroya Batmanê, bi beşdariya rêvebirên herdu partiyên PAK û PSKê bi çerçoveya xebatên hilbijartina 31ê Adarê civînek li dar xist.

A+A-

Di civînê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Rêzdar Mesûd Tek, Cîgirê Serokê PSKê Birêz Bayram Bozyel, û herdu Cîgirên Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Sait Aydogmuş û Rêzdar Feyyaz Ekmen amade bûn.

Civîn ji aliyê Serokê Teşkîlata PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir ve hat vekirin.

Di civînê de pêşî bo şehîdên Kurdistanê xulek rêz hate girtin û sirûda neteweyî Ey Reqîb hat xwendin.

Piştî rêzgirtinê axaftina pêşî ji aliyê Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel ve hat kirin. 

bayram-bozyel-001.jpg

Bayram Bozyelî, pêşî behsa şert û mercên pêvajoyê bibîr xist û got ev hilbijartin ne di atmosfereke asayî de pêk tê ku li Bakûrê Kurdistanê, şer, pevçûn, girtin û qeyûman şerekî li hember Kurdan dane destpêkirin û herwiha dewleta Tirk ne tenê êrîşî kurdan li Bakurê Kurdistanê herwiha xwe amade dike êrîşî Rojavayê Kurdistanê jî bike û azadiya rikberiyê hatiye tunekirin.

Bozyelî li ser helwesta xwe jî anî zimên û got: "Ew ên ku qaşo bi navê Kurdan siyasetê dikin, tiştên ku dewlet dixwaze pêşkêşî wê dikin ku meseleya xendekan bixime bîra we. Em nikarin li hember vê tabloyê bêden bimînin. Li aliyekî dewlet heye, li aliyekî siyaseteke xelet. Ev ne qedera Kurdan e. Ji bo vê PAK û PSK platformeke wek 'rêya sêyem' daniye ber xwe."

Bozyelî herwiha behsa xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî kir û got, xebatên hilbijartinên herêmî gelekî serkeftî derbas dibe û li Amed, Mêrdîn, Mûş, Batman û cihên din komîsyon têne avakirin û xebat û libat berdewam in û wisa pêde çû: "Em xelkê xwe bêalternatîf nahêlin. Bo me serkeftin ev e ku em bi wêrekî dakevin qadê û derkevin pêşberî gel. Xelk ji siyaseta herdu aliyan jî aciz e. Rêyeke din digere ku bi vê hewcedariyê em ketine rê."

mesut-tek.jpg

Piştî axaftina Bozyelî, Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek, axivî û got: "A girîng ev e ku em bibêjin em çok danayînin tu aliyan û hilbijartin rêyeke baş e ku hişmendiya neteweyî û Kurdistanî derxe pêş. Evqas tecrûbe nîşanî me daye ku tu Ristemê Zal bî tu nikarî ji Amedê, siyaseta Enqerê biguherînî, ji Hewlêrê, ya Bexdayê, ji Mahabadê ya Tehranê."

Mesûd Tek herwiha behsa siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û got: "Ev Tifaq rê xweş dike ku Kurdistanî digihîjin hevdu. Em hem siyaseta dewletê hem jî ya xendekê nerazî ne. Em dixwazin alternatîfeke xurt deynin pêş gelê xwe. Em bibêjin dengekî din jî heye, hem li derveyî asîmîlasyonê hem jî li derveyî tundûtûjiyê."

feyyaz-ekmen.jpg

Piştî Mesûd Tek, Cîgirê Serokê PAKê Feyyaz Ekmen axivî û got: "PAK û PSKê biryareke dîrokî wergirt. Ev 40 sal e Kurd mecbûrî du partiyan in. Yek ji wan dibêje ez partiya Tirkiyê me û ya din jî AK Partî ye ku ew jî partiyeke Tirkiyê ye. 30 milyon însan, tu teslîmî du partiyên Tirkiyeyî bikî, ev ne wijdanî ye. Ku em Kurd bin, partiya me dikare li ser navê Kurdan, li ser navê netewa xwe jî bikaribe siyasetê bike.

Piştî hersê axaftvanan beşdar bi dorê mafê axaftinê girtin û di derbarê pêvajoya hilbijartinê û rewşa Batmanê de qise kirin. Beşdaran bi giştî anîn zimên ku divê li Batmanê namzedên serbixwe bên destnîşankirin û demeke zû xebat destpê bikin. Piştî axaftinan komisyonek bo xebatên hilbijartinê hat damezirandin.

tifaq2.jpgtifaq3.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin