Tifaqa Welatperwer û Demokrat buroya xwe  ya  Baglar û Kayapinar  vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat buroya xwe ya Baglar û Kayapinar vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat buroya xwe ya hilbijartinê ya Baglar û Kayapinarê vekir

A+A-

Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 09.03.2019an li Baglar û Kayapinar  a Amedê buroya xwe ya hilbijartinê  bi beşdarîyeke girseyî vekir. 

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat  yên Amedê Sait Aydoğmuş, Ramazan Kahramaner, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat  yê Mêrdinê  Abdulkadir Demir,  gelek sîyasetvanên Kurdistanî, rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, bi beşdarîyeke baş beşdarî vekirina buroya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Baglar û Kayapinar  a Amedê kirin.

Berîya  vekirina buroyê  Cîhgirê Serokê Giştî yê  PSKyê Celal Yıldız  kurte axaftinek kir û axaftvan teqdîm kir.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat  yê bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş û namzedên  Kayapinarû Baglarê  Zeki Ekinci û Hidayet Fidan , di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.

 

Piştî axaftinan,   Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün, sîyasetvanê Kurd Mele Arif Sümerkan, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat  yên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, pêkve qurdele birîn û buro vekirin.

 

Piştî vekirina buroyê namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat  yên Amedê li gel rêvebir û endamên PAK û PSKyê li gereka Tesisleê  belavoka Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li esnaf û gelê Amedê yên li Bazara Heftane de belav kirin. Gel û esnafan pêşewazîyeke germ li namzedên  Tifaqa Welatperwer û Demokrat kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder