Ti weşanxaneyên Kurdî beşdarî fûara pirtûkan a Stenbolê nebûn

Ti weşanxaneyên Kurdî beşdarî fûara pirtûkan a Stenbolê nebûn

6mîn Pêşengeha Pirtûkan a CNRê ku di asta navdewletî de tê lidarxistin zêdeyî 200 weşanxane tê de beşdar in tu wêşanxaneyeke Kurdan li xwe nagire. Li fûarê piraniya standan jî yên wêşanxaneyên olî ne.

A+A-

Hate gotin, fûara ku zêdeyî 200 weşanxane tê de beşdar in tu wêşanxaneyeke Kurdan li xwe nagire. Li fûarê piraniya standan jî yên wêşanxaneyên olî ne.

Şeşmîn Pêşengeha Pirtûkan a CNRê ku di asta navdewletî de tê lidarxistin, îsal di ber siya siyaset û qeyrana aborî de derbas dibe. Fûara ku sala borî 350 wêşanxane beşdar bibûn îsal bi 200 wêşanxaneyan berdewam e. Ji ber qeyrana aborî serlêdêrên fûarê gelekî daketiye û ji sedî 60 ên heyî jî zarok in.

Di çarçoveya fûarê de piraniya wêşanxaneyên beşdar, yên olî ne. Standên ku bêhtir xelk lê kom dibe jî ew in. Herwiha di nava 200 wêşanxaneyên beşdar de jî yeke Kurd jî ne. Xwendevan û weşangerên Kurd hene lê pirtûk tine ne.

(Rawîn Stêrk-Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin