Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ti Qeyran Ji Serxwebûna Kurdistan Bipêştir û Pîroztir Nine!

A+A-

Du pîsporên endezyarî(leşkerek û dîlomatek), ji dabeşkirin û perçekirina erdnîgarîya Rojhilata naverast re pêşengî kirin. Van herdû kesan raportek  amade kirin. Bi amadekirina raporta ku François Georges-Picot û Mark Sykes di 16 Gulan 1916 an de peymana Sykes-Pîcot hat pejirandin. Piştgirên vê raporê nexşeya Rojhilata Naverast, İngîltere, Fransa û Rusya bû.

Bi "Şoreşa 1917 an re Çar têk çû" û "Sovyet a nû" ji vê peymanê vekişîya û ev peyman a Sykes-Picot jî eşkere kir(!)

Endezyarên vê peyman a Sykes-Pîcot, li gor daxwaz û berjewendîyên van dewletên kolonyalîst bi metroyan sînor danîn û dewlet ava kirin. Pir netew û têkhateyên olî, mezhebî raserî bêvîcdanîyek mezin bûn. Mafên wan hatin binpê kirin, welatê wan, mejîyê wan ket bin dabaşê û hatin jihev  perçekirin. Yek ji van welat û netewan jî Kurd û Kurdistan bû.

Kurdistan berî Peyman a Sykes-Picot, di navbera împeratorîya Îran û Osmanîyan de hatibû dabeş kirin. Lê bi "Peymana Sykes-Picot" bû çarperçe û hat dabeş kirin. Bi vê dabeşkirinê re axa Kurdan, mejûyê kurdan jî hat perçe kirin.

Ji sala 1916 û heta îro li seranserê Kurdistan bi sedan serhildanên netewî rûdan. Qada navdewletî, çav û guhên xwe ji vân serhildanan re girtin û kerr, kor û lal li qirkirin û têkçûnên van serhildanan mêze kirin. Kurdistan ket bin nîrê yasa û nîrên navdewletî û bêvîcdanî. Her hewldan, her serhildan û her hêvî bi xwînê hate fetisandin. Her têkçûn bi xwe re pir pinsgirêk û cûdatî jî derxist pêşberî Kurdan û Kurd li ser axa xwe bûn biyanîyên bêçar. Rû bi Rûyî talan, asîmîlasyon û înkarbûnê hatin.

Di dîroka mirovatîyê de ti netewan bi qasî kurdan li ser axa xwe nehatin pelçiqandin. Kurd ji medenîyetê, ji zanistîyê û a girîng ji dewletê dûr man. Ev jî bû sebebê ku Kurd bibe biyanîyê Kurdan. Beş ji beşan dûr ketin. Lehçe û devokên zimanên Kurdî qels man û ji hev dûr ketin. Dan û stendinên navbera beşan hatin qedexe kirin û cezakirin. Ev jî wek dîwarekî derket pêşberî tevgera Kurd a netewî û hestên netewebûnê birîn xwar.

Pêvajokek bidehan salan, bi xwe re tenê êş elem û rewşek diramatîk derxist pêşberî me.

Lê îro ev çerx, ev nîr û zincîrên koledaran xelek bi xelek berbi perçebûnê de diçin:

Piştî "şerê Îran û İraq" bi hewla yekem a "şerê Xelic" re "Netewên Yekbûyî" neştera yekem li Kurdistan xist: Başûrê Kurdistan, yekem car di dîrokê de li henber firokeyên şer yên İraq wek "herêma qedexekirî" hat îlan kirin. Ev bû fersendek ji Kurdên Başûr re ku bibin xwedî herêmek  defakto û li ser vê axa defakto xwe bi rêkûpêk bikin.

Civata siyasî û destdirêjîyên dewletên herêmê her dest dirêjî nav vê herêmê kirin û heta ji wan hat nehiştin ku Kurd bibin xwedî pergalekî qewî.

Neştera duyem jî bi têkçûna dîktatorîya Saddam Huseyîn re li herêmê ket: Dîktatorê Bexda têkçû û werîs ket stûyê pêkerên wî. Kurdan bi vê pêvajokê re xwe hinek din biser hevde anî. Artêşa Pêşmergan, Parlemento, yasa û bingeha avakirina dewletê derket pêşberî wan. Ji hewlên berjewendîyên partîzanî, îdeolojî ber bi netewebûn û dewletbûnê de raman derketin hole û gav avêtin. Gava yekem bi İraq re "di bin sîya dewletek federal" de li gor makezagonek federalî cîh girtin. Di ware fermî de "bûn şirîkê Bexda."(!)

Lê piştî demekê Bexda, her ku fersend ket destê wan, ruhê zordar û  hov derxist pêşberî kurdan. "Kurd têgihîştin ku bi bexda re şirînkatî nabe!" Ew neyarê kevin e û ne hêsane ku ji serdestîya xwe, ji zordarîya xwe dûr bikeve. Her fersenda ku di destê wan keve, eşkere kirin ku wê li henber kurdan bikar bînin.

Başûrê Kurdistan, referandûm û serxwebûn anî rojevê:

İraq bi qutkirina mûçe, para makzagonî dest bi tedbîran kir û xwes ku kurdan bi birçîbûnê terbîye bike(!)

Tam di vê demê de DAİŞ derket pêşberî Kurdan:

Nêzî sê salan Kurd li henber êrîşên DAÎŞ bi sedan cangorî dan axa Kurdistan. Bi dehhezaran birîndar dan. Kurdistan ket bin qeyranek darayî û siyasî. Ji van êrîş, qeyran û alozîyên siyasî jî bi serkevtî derket. Serkevtinên xwe di qada navnetewî de bi tîpên zêrîn nivîsî. Di têkilîyên dîplomatîk de ev serkevtinên xwe tomar kir û zîvirand bidestxistinên siyasî. Dostên xwe pir kir û rê ji dijminên xwe re teng kir.

Gihîşt asta ku xwestinên netewa xwe li ser axa pîroz pêşkêşî raya giştî bike:

Pir qeyran û asteng hene, lê ti qeyran ji serxwebûna Kurdistan bipêştir û pîroztir nine. Du xetên serete yên Kurdistan li ser vê helwestê îrada netewî derxist holê û dest bi avêtina gavên dîrokî kirin. Li angora vê divêtîyê, van herdû hêzên Kurdistanî; „ji bo pêkanîna komîteyeke taybet ji hemû aliyan" dest bi kar û barê referandûmê û pejirandina çarenûsa netewa Kurd dike.

Banga PDK û YNK!

"Civînê daxwazek arasteyê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên netirs, hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û medyakar û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku di vê proseya giring û netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin."

Ev bangek dîrokîye û xwestinek pîroz e. Divê nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, partî, komel û sazîyên herçar beşên Kurdistan piştgirên vê gava netewî û pîroz bin.

Derfetek îrokî derketîye pîşîya Kurd û Kurdistan. Hewlên netewî, ruhê Kurdperwerî û niştimanperwerî,  "di vê proseya giring, netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî" derdixe ber me.

Gavek pîroz e û ez bi dil û can, bi ramanên kurdewarî vê gavê silav dikim.

11.04.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin