The Wall Street Journal: Emerîka hêzên ereb li şûna xwe bicih dike

The Wall Street Journal: Emerîka hêzên ereb li şûna xwe bicih dike

Rojnameya The Wall Street Journal ya Amerîkî ragihand, ku Serokê Amerîka Donald Trump bi niyet e hêzên Amerîkî ji bakurê Sûryê bikişne û hêzeke Erebî li wir bicih bike.

A+A-

Rojnameyê behsa wê yekê kiriye, ku Donald Trump dixwaze hebûna Amerîka li Sûryê bidawî bîne û Hêza Hevpeymaniya Erebî li cihê hêzên xwe belav bike, daku parastina aramiya bakurê rojhilatê Sûryê bikin.

Herwiha rojnameyê diyar kir, ku rêveberiya Amerîka ji welatên Îmarat, Siûdiye û Qeterê xwestiye, ku hêzên xwe bişînin Sûryê daku wan li Rojavayê Kurdistanê belav bikin.

Li gorî rapora The Wall Street Journal, şêwirmendê nû yê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton, pêwendî bi berpirsên Misrê jî re kiriye û heman bîroke li ser wan pêşinyar kiriye û ji wan xwestiye ku tevlî wê pirojeyê bibin.

Berî niha, bêtirî carekê serokê Amerîka Donald Trump, dilgiraniya xwe li ser xerciya zêde û dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkî li Sûryê dabû xuyakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin