The Sun: Hêzên HSDê mal bi mal li Ebubekir Bexdadî digerin

The Sun: Hêzên HSDê mal bi mal li Ebubekir Bexdadî digerin

Li gor zanyariyên rojnameyeke Brîtanî şerê hêzên HSD ku, beşek ji wê hêzê ser bi PKKê ve ne li gel DAIŞê bûye şerê kolan bi kolan û nêzîkî Ebubekir Bexdadî bûne.

A+A-

Rojnameya  The Sun ya Brîtanî di raporeke xwe de belav kir, çekdarên Hêzên Sûrya Demokrat mal bi mal li cihê Serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir Bexdadî digerin, ev yeke piştî ku, wan di vê dawiyê de karin hejmarek serkirdeyên nêzîkî Bexdadî bikujin.

Rojnameyê li ser zarê yek ji serkirdeyên HSD ê bi navê Heval Ronî ragihandye ku, beriya meh û nîvekê wan nûçeya kuştina kurekî Ebûbekir Bexdadî li devera Hecîn a gundewarê Dêrazorê bihîstne.

Amaje bi wê yekê kir ku, beriya niha birayê Serkirdeyê DAIŞê li devera Hecîn bû û civîn ligel çekdarên rêxistinê pêkanî bû û da zanîn ku, wan bizîşkekî Brîtanî ku endamê DAIŞê ye girtin e, ku dixwest bireve Tirkiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin