The Guardian Erdogan xist lîsteya lîderên ku ‘çîroka 2021ê binivîsin’

The Guardian Erdogan xist lîsteya lîderên ku ‘çîroka 2021ê binivîsin’

.

A+A-

 Rojnameya The Guardian a Brîtanî lîsteya 12 lîderên ‘çîroka’ sala 2021ê diyar bikin weşand.

Di nav lîsteyê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî cî digire.

'Wê Erdogan polîtîkayeke agresîf bimeşîne'

Rojname ji bo Erdogan analîzek kiriye ku tê de dibêje; wê di sala 2021ê de ji bo welatiyên xwe ji pirsgirêkên navxweyî dûr bike gotinên netewperestî zêdetir bike û polîtîkayeke agresîf bimeşîne.

Herwiha ji bo Erdogan hatiye gotin: “Emê bibînin ku wê Erdogan tundiya li dijî kurdên Sûriyê zêde bike û Tirkiye; destwerdana Libya, Balkanan û Qefqasan bike.”

Wê Erdogan ji ber hatina Biden têkiliyên xwe bi wan welatan re xweş bike

Di nirxandina li ser Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ku 20 Çile seroktiyê dewr distîne jî hatiye gotin ku wê Biden li dijî Tirkiyê polîtîkayeke tund bimeşîne û hatiye diyarkirin, “Dibe Erdogan ji ber hatina Joe Biden, têkiliyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropa, Erebistana Siûdî û Îmaratê re bide sererastkirin.”

The Guardinê herwiha Erdogan wekî lîderekî ‘otokrat’ ê hilbijartî daye nasîn û daye zanîn ku wê têkoşîna navbera lîderên wiha û reformîstan di sala 2021ê de roleke girîng bilîze.

Di lîsteya The Guardin de, ji bilî Erdogan û Biden; Serokê Sûriyê Beşar Esed, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîra Skoçlandê Nicola Sturgeon, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Serokê Çînê Şi Jingping, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokê Rusya Vladimir Putin, Serokê Brezilya Jair Bolsonaro û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un cî digirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin