TFFê ji ber lîstika Bursasporê ceza da Amedsporê

TFFê ji ber lîstika Bursasporê ceza da Amedsporê

.

A+A-

 Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF), bi hinceta ku alîgirên wê di dema lîstika bi Bursasporê re bûne “sedema aloziyan” û ji ber “dirûşmên alîgiran” ceza da Amedsporê.

Roja Yekşemê 25ê Îlonê tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama 2-0 ew tîm têk bir. Piştî pêşbirkê derbarê lîstika Amedsporê de bi hinceta ku alên Kurdistanê hatine bilind kirin û dirûşmên "Bijî Kurdistan" hatine berzkirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê jî bi hinceta ku di dema lîstikê de hinek bûyer qewimîne ceza bi ser Amedsporê de sepandin. Amedsporê biryara cezayê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi nivîsa “Bêşirove” parve kir.

Li gor biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, ji ber bûyerên di nav qada lîstikê de ku alîgirên Amedsporê bûne sedem, dê Amedspor 2 lîstikan bê alîgir bilîze û 140 hezar lîreyê Tirkî ceza bide. Herwiha ji ber valahiyan pêlingan (nêrdewan) vala nehatin hiştin 16 hezar lîre ceza bo Amedsporê hat birîn.

Herwiha ji ber dirûşmên alîgiran, bêyî destûra TFFê weşana zindî hatiye kirin û berpirsê Amedsporê Omer Elaldi di dema lîstikê bêyî akredîteyê li qada T`yê rûniştiye “cezaya hişyariyê” dan Amedsporê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin