Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin

Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin

Tezkereyên ku dema operasyonên derveyî sînor ên Iraq û Sûriyeyê dirêj dikin, pêşkêşî meclisê hatin kirin. 

A+A-

Tezkereyên Serokkomariyê ku dema operasyonên derveyî sînor ên Iraq û Sûriyeyê dirêj dikin, pêşkêşî meclisê hatin kirin. Dirêjkirinan ji bo salekê ya tezkereyên têkildarî dema Hêza Peywirê ya Demkî ya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî ku li Lubnanê bi cih kiriye û beşdarbûna mîsyon û tevgerên ku Neteweyên Yekbûyî li Malî û Komara Afrîkaya Navîn li dar dixe jî pêşkêşî meclisê hatin kirin. 

XEBATÊN QANÛNÎ HEFTEYA BÊ DEST PÊ DIKIN

Li Meclisê wê li Bîrdariya Ataturk merasim bê lidarxistin. Piştî merasîmê wê Lîjneya Giştî saet di 14.0’an de bi rojeva taybet li hev kom bibe. Piştî axaftina Serokê Meclisê Mûstafa Şentop wê Serokkomar Tayyîp Erdogan axaftina vekirina qanûnê bike.

 Piştî pêşkêşan wê rûniştina Lîjneyat Giştî ji bo ku di 6’ê cotmehê vebibe bê girtin. 

 Hefteya pêş jî tê payîn ku li Lîjneya Giştî ya Meclisê dengdana tezkereyan pêk bê. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin