Texmîna dozgerê Tirk: "Hebûna Kurdistanê ne mimkun e!"

Texmîna dozgerê Tirk: "Hebûna Kurdistanê ne mimkun e!"

"Li ser rûyê cografyaya dinyayê bi navê Kurdistanê welatekî tuneye û hebûna wê jî nemimkun e; ev ji alîyê wan ve aşîkar e."

A+A-

Îdîanameya ku di Mahkemeya Cezayê ya 14 mîn a Stenbolê ya Tirkiyê de di derbarê 13 HDPyîyan de hatîye amedekirin, dihê gotin ku; "li ser rûyê cografyaya dinyayê bi navê Kurdistanê welatekî tuneye û hebûna wê jî nemimkun e; ev ji alîyê wan ve aşîkar e."

Di îdianameya 432 rûpelî de li ser axaftineka serokê HDPê yê Stenbolê ku gotîye; ”di destpêkê de li bajarên Kurdistanê.....” dozger vê axaftinê ji xwe re kirîye argument û nivîsandîye; "li ser rûyê cografyaya dinyayê bi navê Kurdistanê welatekî tuneye û hebûna wê jî nemimkun e; ev ji alîyê wan ve aşîkar e."

Di berdewamîya îdîanemaya dozgerîyê de dihê gotin ku, "tawanbar herêmên rojhilat û rojhilatêbaşûr yê welatê wan, wek Kurdistan nîşan dane û dewlet ji bo ew kurd in wan rencîdekirine, ew ji karên wan avêtine û destdanîna ser beledîyêyê wan." Li gor dozger ev dihê wateya perçebûna welêt û îthamkirina nijadperestîya dewletê, ku ev bêbingeh e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin