Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tevgera Goran dixwaze çi bike?

A+A-

Bi hatina DAİŞ a ser Kurdistan re, dubendî di navbera Silêmanîyê û Hevlêr de rûda. Li ser vê rûdana „dubendîya Hevlêr û Silêmanîyê" pir tişt hatin nivîsandin. Serkêşê van alozîyan Tegera Goran û Beşek ji baskên YNK bûn. Di hinek hevdîtin, cîhan û çalakîyan de navê PKK û Îran jî derbas dibû ku ev ênîya dijraberî Sistemek navendî, çûna referandûmê û îlankirina serxwebûna Kurdistan dihat binav kirin.

Di vî warî de bi alîkarî û piştgirîya Îran û PKK, di navbera Tevgera Goran û YNK de hevpeymanek stratejîk jî hat pejirandin.

Ev gavên dijraberî avakirina „sistemek navendî, çûna referandûmê û îlankirina serxwebûna Kurdistan" gîhand astek xerab ku berjewendîyên Kurdistan, bidestxistinên Kurdistan dixis bin tehlûkê.

Baskek ji nav YNK bi navê „Navenda Biryara" helwesta xwe danî û li henber van hewlên xirab helwest girtin.

Di wê helwestê de bi kurtayî Endamê Fermandarê hêzên 70 û Endamê polît buro Şêx Cefer Mistefa, Cîgirên sekreterîya giştî yên YNK Kosret Resûl û Behrem Salîh daxuyanîyek dan û di daxuyanîyê de eşkere kirin ku:

„Di asta navxwe ya partiyê de jî, heta ku diçe yekrêziya organan tê birrîn û alozî û bêserûberî, neheqî û bindestkirina kadro û piştguhxistina organên YNKê û binpêkirina rêzikname, pîlandanîn bo saxtekarîkirin di kongreyê de û zeftkirina îradeya endamên resen ên YNKê berfirehtir dibe, û xizm û kesûkarên xwe bêyî berçavgirtina sirûşt û pênasa YNKê dixin nav warê karê partayetî û desthilatdariyê û hewla derxistina kadroyên dilsoz didin. Ji bo cîbicîkirina wê armanca şaş û berejwendxwaza xwe jî, bêyî tirs navê Mam Celal û pêgeh û rêza wî bi kar tînin." (Daxuyanîya Navenda Biryaran a YNK)

Bi vê daxuyanîyê re YNK bi fermî wek du baskan derket ber me. Bi vê gava baskê „Navenda Biryara" re peymana di navbera YNK û Tevgera Goran de jî hat pûç kirin.

Di eslê xwe de, ev hewldana „Navenda Biryara"; lîstik û armancên Tevgera Goran û Noşirvan Mistefa eşkere dikir û asteng dikir. Noşîrvan Mistefa hêvîya xwe ji YNK qutkir û îqna bû ku nikare YNK têxe bin bandora hewldanên xwe û ji bona armancên xwe bikar bîne.

Lê tevgera Goran dev ji van hewldanan berneda. Her di nav „greva mamoste"yan de cîh girt û xwest ku ji bona berjewendîyên xwe li henber hukûmeta Hevlêr, serokatîya Kurdistan bikar bîne.

Dem, demek hesas bû. Kurdistan di bin bandorek dagirkerî de bû û bi dirêjaya 1050 km. Ênîyek şerr hebû. Xwîna pêşmergan dirijîya û  Pêşmerge kêm çek bûn, Hukûmeta Bexda riskê netewa kurd û Kurdistan qut kiribû û dixwest ku kurdan bi birçîbûnê terbîye bike! Lê van alozîyên Tevgera Goran dibû sebebê hilweşandina îstîkrarê û yekrêzîya li henber Dijminên Kurdistan jî.

Hukûmetê bi serokatîya Kurdistan re hemû bar girt ser xwe. Têkilîyek ku hêjaye pesindanê di qada netewî de danî. Hin Şerr îdare kir, hêzên Pêşmergan di bin serokatîyê de modernîze kir, bi çek kir, fînanse kir û moral bilind kir ku li henber van dijminên Kurdistan şer bimeşîne. Şerrekî serkevtî hat organize kirin, di asta navnetewî de van serkevtinan nav da. Ji %90 axa Kurdistan hat azadkirin ji destê DAİŞ û serkevtinên mezin bidest xistin. Bi destê pêşmergên Qahreman sînorên Kurdistan dihat danîn.

Bi ketina bihaya Petrolê re qeyranek aborî jî destpê kir. Qutkirina nifqê Kurdistan, mûçeyên karmendan-Pêşmergan re, astengên mezin derketin hole. Hukûmet li rêka biserê xwe firotina petrol bidest xistibû. Lê ev bi tena sere xwe nikarî ênîya şer jî fînanse bikira.

Bi serde nêzî 2 milîyon Penaber û eware jî xwe avêtibûn bextê Kur û Kurdistan!

Tevgera Goran, ji dêlva ku rewşa herêmê, tehlûka li ser Kurdistan bide ber çavên xwê; tam tersê wê kir û her alozî geş kir..Hemû daxwaz û gavên hevpar red kir, bê ku rewşa Kurdistan têde ye bide ber çavan.

Pêşmergên Qahreman bi serokatîya Kurdistan, bi distpêkirina Operasyona Musil  re qonaxek din bi serkevtî derbas kir. Lê Tevgera Goran xwest ku her dem li henber "hukûmeta Bexda" destê Kurd û Kurdistan qels bimîne.

Gava herî dawî a duyem jî; Wekîlekî Goran li Bexda ku cîgirê duyem yê serokê parlementoya İraq ku pişka Goran e; Aram şêx Mihemmed bi alîkarîya hinek parlementerên YNK û baskê Hêro Îbrahim Ehmet ilan kirin ku:

"Ji vira û şûnde ji bona ku bajarê Silêmanîyê bi Bexda ve bêt girêdan, emê girseya xwe daxin kolanan. Li henber Kurdistan emê bikin wek mijarek tûn bêt bikar anîn.Bila hik3umeta Bexda Kurdistan nasneke û yek bi yek bi bajaran re têkeve têkilîyê"(!)

Bibîr tîmnim ku : Piştî vê daxuyanîyê behsa Hêro Îbrahîm Ehmed û şandina nameyek ji hikûmeta İraq re jî hêjaye ku em deynin cem vê daxuyanî yê.  Di nameyê de Hêro Îbrahîm Ehmed jî ji Hukûmeta Bexda dixwest ku; "Petrola Kekûk bi herêma Kurdistan ve neyê girêdan û bila têkeve bin bandora hukûmeta Bexda"(!)

Em ji kîjan alîyan de binêrin, ev hewldanên Tevgera Goran û baskê YNK yê Hêro Îbrahim Ehmed tê wateya, tehlûkek ku dijraberî Kurdistan, dijraberî çûna referandûmê, dijraberî îradeya netewa Kurd û îradeya serxwebûnê ye.

Daxwaza ku "Hukûmeta İraq bila bi ne helwestek navendî bi Kurdistan re dan û stendinan bimeşîne, bila herêm bi herêm bigire nezarê û li gor bajar û bajarokan têkilîyan lidar xe!"

Ev daxwaz binpê kirina îradeya Kurdistan bi xwe ye û daxwaza dijmina ye.

Ev helwest binpê kirina serkevtin û bidestxistinên serokatîya herêmê, pêşmergên qahreman û netewa Kurd û Kurdistan bi xwe ye.

Daxwaza koletîya wan kesên ku Kurdistan bi tehdîda birçîbûnê dixwazin carek din bidest xînin bi xwe ye.

Dîvê hêzên azadîxwaz, Kurd û kurdistanîhez li henber van hewldanê hovane şîyar bin û bibin berdevkê netewa kurd û Kurdistan..  

14.11.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin