Tirkiye 666 rûpel derbarî peywendîyên Danîmarkîya li gel PKKê amade kiriye

Tirkiye 666 rûpel derbarî peywendîyên Danîmarkîya li gel PKKê amade kiriye

Sazûmana Asayişa Polîsê Danmark (PET) di heftêya borî de peywendiyek telefonî li gel hin parlamenterên danîmarkî danîye û agahdarîya Tirkiye 666 rûpel derbarî peywendîyên Danîmarkîya li gel PKKê amade kiriye, gihandiye wan.

A+A-

Sazûmana Asayişa Polîsê Danmark (PET) di heftêya borî depeywendiyek telefonî li gel hin parlamenterên danîmarkî daniye.

Di wî peywendîya têlefonî de, Parlamenter hatine agahdarkirin ku, dewleta Tirkîyê raporek bi 666 rûpel li ser peywendiyên li gel PKK – Partiya Karkerên Kurdistan li welatên Ewropa weşandiye û bi gor rojnama Berlingske ya danîmarkî; weşana roja şembiyê, navên wan parlameteran jî di raporê de hatîne terxankirin.  

 

Beşek ji wan Parlamenterên di raporê de hatî navkirin birîtîne ji serokê Partiya Sosyalista Gel- SF Pia Olsen Dyhr, berpirsê grûba SF Jacob Mark, wezîrê derve yê berê ji SF Holger K. Nielsen, serokê partiya Alternativ Uffe Elbæk, berpirsê siyasî ya Lista Hevgirtin (Enheds Liste) Pernille Skipper û parlamenterê Sosyal Demokratan Lars Aslan Rasmussen.

 

mp-rasmussen.png

Lars Aslan Rasmussen-parlamenterê Sosyal Demokratan

Lars Aslan Rasmussen ji rojnama Berlingske re diyar dike ku, ”tu peywendiya min li gel PKK nebûye û nîne, tenê sedemê derbazbûna navê min di raporê de ewe ku ez  rexnan li Erdogan dikim, cihê daxêye ku ez di raporê de wek” beşek ji kampanya PKK” têm nîşan dan.

-L. A. Rasmusen di berdewamîya axaftina xwe de dibêje; raporek gelek bi hûrgilî hatiye nivîsîn, zanyariyên di raporê de hatî weşandin pêwîstî bi çavkaniyên gelek baş heye li Danmark. Ji ber vê raporê ez jiyana xwe di ewlekariyê de nabînim. Ez nizanim ji bo jiyana min çi wateyê wê heye, eger ez biçime Tirkiyê.

PET ji rojnama Berlingske re tekez dike ku, ew dê peywendî li gel ji 100 kesan zêdetir bigirin ku di vê raporê de navên wan derbaz dibin. Lê PET aşkera nake ka , çima pêwîstî bi agahdarkirina van kesan li ser raporê heye.

-Doçent Peter Viggo Jakobsen ji Akademiya Parastinê ku, li ser parastin- û ewlekariyê lekolînan dike dibêje; diyare PET vê raporê gelek girîng dinirxîne.

- Wekî PET ji bo der û doran telefon dike, her we xelkê ditirsîne, xof dixe dilê wan, ji ber ko PET girîngiyê dide vê doz ê.

Peter Viggo Jakobsen ji bo rojnama Berlingske diyar dike ku; PET vê dozê wek bê berpirsiyarek mezin dinirxîne.

Rapor ji aliyê ”tænketanken Seta” (sazûmana ramanê (dûşûnce kurulu) Seta) ve hatiyê tomarkirin ku, vê sazîyê peywendî li gel hukumeta Tirk heye.

Rapor gelek bi berfirehî hatiye nivîsîn, di raporê de wêne û diyagram hene û wek avaniya (strûktûr) PKK li Danmark tê nîşandan.

PKK ji aliyê Dewleta Tirk û gelek welatên din ve wek rêxistinek terorist tê nasîn..

RN/Danîmarka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin