Termên kurdên Xurmatûyê dişînin Başûr

Termên kurdên Xurmatûyê dişînin Başûr

Termên welatiyên Başûrê Kurdistanê ku niştecihên Xurmatûyê bûn û di rêya çûna ber bi derveyî welat de li deryaya Egeyê xeniqîbûn û îro termên wan hatine derxistin û li Tiba Dadî ya Îzmîrê ne.

A+A-

Hate ragihandin ku 9ê vê mehê çend penaberên Kurd û hejmarek penaberên Iraqê dixwestin bi rêya deryayê xwe bigihînin Yûnanistanê, keleka wan wergeriyabû û di encama bûyerê de 9 kesan li deryaya Egeyê xeniqîbûn, ku hemû zarok, keç û jin bûn.

 

Hate diyarkirin ku niha xizmên qurbaniyan hatine ber Tiba Dadî ya Îzmîrê, ji wan kesekî bi navê Huner heye ku, ew û kurê wî yê 3 salî yê bi navê Mihemed, rizgar bûne, lê 3 keç û hevjîna wî xeniqîne. Zilamekî din jî ku xelkê Besrayê ye 4 keç û hevjîna wî di deryayê de xeniqîne.

 

Huner got: “Li Xurmatûyê jiyana me nema, tiştekî me nema. Heşda Şeibî em wêran kirin. Em jî reviyan Silêmaniyê, li Silêmaniyê jî jiyan tinebû, me jî bi neçarî xwe gihande Tirkiyê da ku ji vir biçin Yûnanistanê, niha jî min zarokên xwe ji dest dan, nizanim çi bikim.”

 

Huner li ser sedema binavbûna keleka wan jî diyar kir: “Ajovan kelek bilez diajot û di encamê de wergeriya, piştî ku kelek wergeriya, min tenê karî kurê xwe muhemed rizgar bikim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin