Termên 4 koçberên xeniqî îro bo Zaxoyê hatin vegerandin

Termên 4 koçberên xeniqî îro bo Zaxoyê hatin vegerandin

Îro termên çar ji wan koçberên Kurd bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin, ku heftiya bihorî li beravên Tirkiyê di nava deryaya Egeyê de xeniqîbûn.

A+A-

Heftiya bihorî li beravên Îzmîrê li Tirkiyê, yexteke koçberan ku 35 kes têde bûn, di nava deryaya Egeyê de noqmî avê bû û di encamê de 34 kes xeniqîn, ku 19 ji wan Kurd û xelkê parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bûn. Ji wê bûyerê tenê jineke Kurd a bi navê Mihabad Îsmaîl Elî rizgar bû.

 
Hate ragihandin ku îro termên wan çar koçberên Kurd gihîşt gumruka Xaburê li aliyê Tirkiyê û piştî rêkarên yasayî û îdarî, ew term bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl derbasî nav sînorê Başûrê Kurdistanê hatin kirin.
 
ermên ku îro bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin, ên Îsa Ebdulrehman Ehmed, Ebdullah Îsa Ebdulrehman û Şoreş Ebdulwehab Îsmaîl in, ku her sê jî xelkê Zaxoyê ne, û herwiha Mihemed Hesen Ehmed Spîmndareyî ku xelkê Duhokê ye û termên her çar kesan jî îro bi merasîmekê hatin veşartin.
 

Şeva Çarşema bihorî  belema 35 koçberên Kurd û erebên Iraqê û çend Efxanî di deryaya Egeyê de noqm bû û di encamê de 34 kes ji wan xeniqîbûn, ku 19 kes ji wan welatiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê bûn û xelkê herdu bajarên Zaxo û Duhokê bûn. Ji wê bûyera dilşewat tenê jinek bi navê Mihabad Îsmaîl rizgar bû, lê belê hevjîn û 5 zarokên wê jinê di bûyerê de canê xwe ji dest dan.

 

Herwiha îro jina rizgarbûyî ji wê bûyerê, Mihabad Îsmaîl tevî termên kurekî xwe û hevjînê xwe vegeriya Başûrê Kurdistanê, lê belê hêj termên çar zarokên wê nehatine dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin