Tenê 6 kursî mane ku Biden bibe serokê Amerîkayê

Tenê 6 kursî mane ku Biden bibe serokê Amerîkayê

.

A+A-

Joe Biden piraniya dengên wîlayeta Michigan bi dest xist û tenê 6 deng mayîne ku bibe serokê nû yê Amerîkayê. Pêwîstî bi 270 kursiyan heye û Biden gihîştiye 264 kursiyan.

Li gor datayên ajansa Associated Press, ji %99ê dengên wîlayeta Michigan, Biden ji %49.9 bidest xist ku dike 2 milyon û 688 hezar û 604 deng.

Joe Biden, rikaberê Donald Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê gotarek pêşkêş kir û tekez kir, “Ez nehatime serkeftinê ragihînim, lê encam di berjewendiya me de ne. Hemû nîşan tekez dikin ku em ber bi serkeftinê ve diçin.”

Joe Biden amaje bi wê kir  ku ew li Wisconsinê bi serketin û got, “Amerîkiyan tekez kiriye ku baweriya wan bi demkarasiyê heye.”

Joe Biden behsa rewşa wîlayeta Pennsylvania jî kir û got, “Em bi 78% ji dengên postê li Pennsylvania biser ketin. Hemû nîşan tekez dikin ku em ber bi serkeftinê ve diçin.”

Li aliyê din heta niha proseya cudakirina dengan li 5 wilayetan berdewam e. Donald Trump xwediyê 214 dengên Endamên Encûmena Hilbijartinan li hember Joe Biden ku 264 dengên Endamên Encûmena Hilbijartinan heye.

Li wilayetên rojhilatê Amerîka heta niha proseya dengdanê li wilayeta Pennsyilvania, Karolîna Bakur û Goergia, Alaska li bakurê rojhilatê Amerîka, Nivada li rojhilatê Amerîka berdewam e.

Li Pennsylivania ku 20 endamê komîteya hilbijartinan hene, heya niha 86% dengan hatine cudakirin, Trump 52% ya dengan û Biden 46.9% ya dengan bidest xistine.

Li Karolîna Bakur, Trump 50% û Biden 48.7% ya dengan bidest xistine.

Li Goergia jî, Trump 50.1% ya dengan û Joe Biden jî 48.7% ya dengan bidets xistine.

Li Nevada ku 6 endamê wê hene, piştî cudakirina 75% ya dengan, Biden 49.3% ya dengan û Trump 48.7% ya dengan bidest xistine.

Li Alaska heya niha 50% ya dengan hatine cudakirin, Trump 63% ya dengan û 32% ya dengan bidest xistiye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin