Tenê

Tenê

Enwer Karahan

A+A-

 

 

Gava tu ne li vir bî
Bi tenê me
Sebra min li tu kesî nayê
Li ber pencereyê li rêya te dinerim
Li şopên te digerim li vî hundirî
Li tayên porê te, li destmal û guharên te, li boçikên cixareyên te digerim di binê xwelîdankê de; li êlim û bîhna te digerim di binê lihêfê de, balîfa li ber serê te dixim himbêza xwe û bi xewnên xwe re rêwîtiya tewafa Melekê Tewisî dikim...

Gava tu li dûr bî, hustuxwar im
Hundir dimalim, firaxan dişom, şîvê û firavînê çêdikim
Bang li siya te dikin kereng û tolik, bi rê de ye dobelan û hilalk
Texsîr nakim ji mehîr û çortên, li xwe naheyirim, 
Lê bîhna te tev li bîhna medbaxê dibe,
Diperpite dilê min li dû kenê te, maçî dike bi caran wan çavên te...

Kulîlkên li ber pencereyê avdidim
Çav li min dike binevşa lêvzerîn, bêhemdê xwe dibişirim pê re, li dû xwe dinerim bi tirs û xof...
Naxwazim tu bibînî wê dilqahpikiya min
Nadim sor soza xwe
Ji te pê ve nabişire ev rû bi tu xwedayê re
Kassandra kî ye? Zîn û Sitî çi teba ne?

Gava tu ne li vir bî
Tenê, çikî tenê me
Araqê bi tenê, cixareyê bi tenê, qahweyê bi tenê û keserên xwe bi tenê vedixwim
Bi tenê romana me dixwînim
Bi tenê li melodiya mêlava maça pêşî guhdarî dikim, bi tenê te dikim himbêza xwe û...
Bi tenê di serşokê de avê bi ser xwe dadikim, bi tenê.

Gava tu ne li vir bî
Tebatî nayê min li vî hundirî
Bi seetan li ber pencereyê disekinim
Li çelesiriyê, li barandina barana nîsanê, li xezeba tipetipa zîpikê temaşe dikim
Dû re jî keskesor kirsekî li bejna asoyê datîne
Û dû re jî roj bi rûyê dinyayê yê şilûpilbûyî, li bîhna axê, li beliqîna kulîlkên behîv û mişmişan dinêre
Êdî bihar bûkeke li ser pişta hespê ye

Wê gavê ez xwe li deriyî diqewimînim
Bi seetan di şiverêyên vî bajarî de dimeşim
Yek bi yek di çav xwe de radikim kafeyên li tenişta kolanê
Bîhna qahweya qizwanê, qahweya yemenê û çaya seylanê silaveke ji dostaya demên bihurî bi dûçika çanav dide siya pêgên min...

Di vegerê de nanekî qemirî ji firneya tenişta malê distînim
Li bin taldeya kamelyaya sîteyê rûdinim û cixareyekê di pênc hilman de dadiqurtînim
Bêyî hemdê xwe pê li bişkoka zengilê derî dikim
Sê caran dike çingînî û li xwe hay dibim ku tu ne li wî hundirî yî
Bi bêçaretî destê xwe davêjim bêrîka xwe
Du nifte bi hev re dikin şingînî
Çirkîniya badana kilîtê di korîdora apartmanê de olan dide
Tev li dengê zarokên qatê duduyan dibe
Û dîsa li vî hundirî tenê me...

Gava tu ne li vir bî
Êdî ji hundirê min nayê teştêyê bi nanê germ bikim
Tahma mastê mîhan tune ye
Hêkên gundan yek bi yek xera dibin
Wexta şîrê di dolabê de derbas dibe
Fêkiyên di refikên dolabê de kurmî dibin
Bi xwe re nabînim dema çayekê bigrim
Nema li TVyê jî temaşe dikim
Her dengekî piçûk jî li vî hundirî dibe girmîna defa aşiqan
Cixareya xwe di qerexa xwelîdankê de ji bîr dikim
Hewiya min li vî nezarê hanê nayê êdî
Bi ser rêyan dikevim
Û berê xwe didim ber bi dengê zaroktiya xwe
Ber bi mirçînên germahiya maçên dêya xwe ve dikevim xeweke giran...

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin