"Têkilîyên Rûsya û Amerîka  bi kurdan re di çarçewa startejîya wan a herêmî de ye"

"Têkilîyên Rûsya û Amerîka bi kurdan re di çarçewa startejîya wan a herêmî de ye"

Dr. Ekrem Onen

A+A-

Piştê ku biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê hat dayîn, heman demê helwesta hêzên navdewletî yê derbarê referanduma serxwebûnê jî hate rojevê. Taybetî jî nêrina hêzên mezin yên wek Amerika û Rusyayê dibin mijara nîqaşan. Di vê çarçoveyê da me xwest em bi taybetî li ser siyaseta Rusyayê ya Kurdistanê bisekinin, zidetir jî helwesta wî ya derbarê referanduma serxwebûnê ronî bikin. Li ser vê hewcedariyê me bi pisporê vê karî Rêzdar Dr. Ekrem Onen ra derbarê vê mijarê da hevpeyvînek çekir. Sax be, birêz Onen hemî pirsên me bi hûrgilî zelal kir û bi vê awayî gelek sergêjiyan jî ji holê rakir. Li jêrê hûnê pirsên me û bersîvên birêz Önen bi hev ra bibînin,

1-Kek Ekrem, di nav hin Kurdan de qeneetek wisa heye ku Rusan (Dema Sovyetê jî tê de) her tim li Kurdan bêbextî kirine û wan di rê da hêştine. Gelo hûn ji destpêkê heta îro pêwendiyên di navbera dewleta Sovyetê-Rusya û Kurdan bi giştî çawa dinirxînin?

-Berya her tiştî dixwazim balê bikşînim ser du qaîdê asasî ku di siyasetê, dîplomasîyê û di têkiliyên navnetewîde wek hîmê asasî tê hesabkirin bikim, ev herdû qaîde evin; 1- ”Di siyasetê de dost û dujminê daîmî nîne, berjewendîyê daîmî hene”. 2- Wek Otto Eduarda Leopalda Bîsmark (1815-1898) dibê, “Siyaset seneetê îmkana ye (tiştê mumkun e. E.Ö)”. Yên nakaribin di çarçewa van herdû qaîdan tevbigerin hertim barê wan ketîye. Di çarçeweya ilmê siyasî de dema mirov li siyaseta welatên Rojava (Awrûpî) dinêre ew di çarçewa van herdû qaîdan de tevdigerin. Her weha bawerim ev li welatên rojhilat jî weha ye, bes di siyaseta Kurdan de bi min ne weha ye. Heger em li gor van herdû qaîdan li Kurdan binêrin li gor sirayê yên herî bi tecrûbe Kurdên Kurdistana başûrin ku tekoşînê li hember dewletek wek İraqê ku ne xwedî tecrubeyên dirokî mezine û yên herî bê tecrube jî Kurdên bakurê Kurdistanê ne ku li hember dewletek wek a Turkî xwedî tecrubeyek tarîxî dur û dirêj e. Bi ya min gelek caran Kurd hinekî hisî û ne realîst tevdigerin. Ew dibe sebeb gelek caran ku Kurd gazina ji dervî xwe dikin. Ji ber wê ez dihesibînim di siyasetê de bê bextî nîne, berjewendî heye. Heger em li gor herdû qaîdê jor min behs kir tevnegerin, lazime Kurd hîç têkilîyan bi Fransî û Înglîzan re daneîne. Ji ber mîmarê perçebûna Kurdistanê û bêhtirîn êş û elemên milletê Kurd ewqas kişandîye ev herdû welat in. Ewin mimarê Lozanê 1919 ku Kurdistan kirin çar perçan, an di avakirina Cumhûrîyeta Mahabadê de ku sovyetîyan heta dawî piştgirî nedan Qazî Mihemed û hevalên wî. Lê her weha bi însyatîfa Yekîtîya Sovyet di sala 1970 de bi tifaqa 11 Adarê cara yekemîn di dîrokê de wek meşrû desthilatek kurdan hate avakirin, Otonomîya Kurdistana İraqê. Her weha DYA ku di sala 1974 de Kurd bi tenê hiştin û trajedîyek mezin hate serê milletê Kurd. Em bersîva Henry Kıssınger a ji nama rehmetîyê melle Mistefa Barzanî re şandibû dizanin çi gotibû; ''Ev siyaset e, di siyasetêde nirxên moralê nîne, dema du teref li ser tiştekî li hev bikin terefê sisya xesarê dibîne'' Lê îroj ev hemû welatên li jor min behs kir di pirsa Kurdan de pozîtîvin, ji ber berjewendîyên wan û kurdan nuha nêzî hevin. Heger Kurd nakaribin vê protsesa nuha baş bikar bînin sibê em nakarin gazina ji kesî bikin. Divê em kumê xwe daynin ber xwe û bifikirin me di kude şaşî kir. Berya her tiştî divê tiştekî asasî em bizanibin ku têkilîyên zirhêzên navnetewî bi Kurdan re pragmatîk û di çarçewa startejîya wan a herêmî de ye. Wek em dizanin siyaseteke wana yekgirtî di pirsa Kudistanê de nîne, Kurd perçakî siyaseta wan a bi Turkî, Îran, Sûrî û İrakê re ye. Di çarçeweya têkilîyên bi van welatan re li pirsa Kurdistanê dinêrin. Pirsek din grîng divê em bizanibin ku dewletên millî û tevgerên rizgarîya netewî siyaseta wan derve di çarçewa hudûdên millî deye, zirhêzên nav dewletî, welatên emperyalîst siyaseta global dimeşînin. Wek mînak heger îroj têkilîyên DYA an Rûsya bi kurdan re heye di heman demê de welatên Kurdistan perçe kirine jî piştguh nakin. Divê em vê ya nekin serhevdî ji DYA û Rûsya re.

Her çûqas têkilîyên Kurdan û Rûsan berê hebe jî lê aktîv têkilîyên wan di destpêka salên 1850 de dest pê dike. Stratejîya Rûsan a sedsalan ku dixwazin bighên ser avên germ û şerê Rûsya Qeyserî ji alîkî de bi Imparatorîya Osmanî re ji alîkî din bi Eceman (Farisan) re bû sebebên ku Kurd bala Rûsan bikşîne. Balkêşîya Rûsya ser Kurdistanê asasî ji ber motîvên berjewendîyê geopalîtîk Rûsya Qeyserî bû. Rûsya Qeyserî her dem li Kurdan di çarçeweya stratejîya eskerî dinerî. Piştî ku Kurdan bala Rûsan kişandiye, ji bo ku bi karibin Kurdan bi alî xwede bikşînin dest pê kirine li ser ziman, kultur û jiyana Kurdan a civakî lêkolînan kirine. Di destpêka salên 1850 de pêşî di rêya konslosxanên xwe li Kurdistanê ên wek li Bitlîsê, Wanê, Erzrûmê, Xoyê, Musilê û hwd. de lêkolîn kirine. Hêjayî gotinê ye ku Konsolos û Balyozê Rûsya Qeyserî wê demê gelek ji wan akademîsyen bûn. Wek mînak Mînorskî û Jaba ku du dîplomatê Rusya Qeyserî bûn di derbarê ziman, kultur û jiyana Kurdan a civakî karê gelek mezîn kirine. Paşê li akademîya Rûsya a Petrogradê li ser Kurdan lêkolîn dest pê dike. Di vê demê de em dibînin têkilîyên Rusya Qyserî bi Kurdan re ên siyasî jî dest pêdike. Wek mînak ji serdema serhildana Sêx Ûbeydulah heta bi Bedirxanîyan, Barzanîyan, Kor Huseyîn Paşa, Cihangîr Axa, Seyîd Taha, Simko û hwd. Li gor arşîvên Rûsya Qeyserî di demê Qeyser de Rusya li Kurdistana Îranê li bajarê Xoy ê di sala 1913 de bi alîkarîya Abdurezak Bedirxan û Simko (Îsmeîl Axayê Şikakî) nexweşxanak û dibistanek bi zimanê Kurdî bi tîpên Kîrılî vedikin, her weha çapxanakê vedikin.

Di salên 1920 de têkilîyên Sovyet-Rûsya bi Kurdan re berdewame. Dervî têkilî bi gelek serok eşîr û begên kurdan re têkilîya siyasî jî hene. Ji arşîvên Rûsya Sovyetî mirov dibîne ku têkilîyên wan bi Melle Selîm, Komîta Istenbûl a Azadî, bi kesên wek mebûsê Kurd Yûsif Zîya Beg, Xalid Beg’e Cibrî re heye. Vekirina Radyoya Erîwanê di salên 1930 de ku her çuqas resmî wek ji bo Kurdê Sovyet bû, lê rastiya xwe berê radyo bi Kurdên Kurdistanê bû. Rûsya Sovyetî heta salên 1940 bi bûyerên li Bakurê Kurdistanê mijul dibû, dîrek an îndîrek bi Kurdan re di têkilîya de bûne. Piştî salên dawîya 1930 û destpêka 1940 ku demê di hukmê Tehranê de rola Almanya xurt dibû ku Ordîya Sor a Sovyetê-Rûsya û ordîya Înglîz ketin nav axa Îranê, ji wê demê pêve têkilîyên xwe yî bi Kurdan re ên bi Kurdên Kurdistana Îran re ku ji di demê Qeyser de hebûn taze kirin.

Di sala 1931 peymana êrîşî hevnekirin û bê alî bûnê di navbera Turkîyê û Yekîtîya Sovyet de çêbû. Di sala 1945 de Stalîn got ''ev tifak ne huqûqîye, di wextek Sovyet zeîf bû çê bûye'' û ev peyman levx kir (Denounce). Piştî levxkirina vê peymanê Stalîn di konferansa Postdamê de vekirî got ''Turkî lazime axa dîrokî a Gurcistanê û Ermenîstanê du welatên ku li ser asasê ''tifaqê'' hatine ava kirin, vegerîne''. Ligor arşîvê Sovyetî proja Kurdistanê a Stalin vê serdemê aktuel dibe. Li gor Stalîn divîya bû ku hudûdê navbera Sovyet û Turkî vegere hudûdê sala 1914. Wek eşkereye wê demê ordîya Rûsya Qeyserî li bêhtirîn deverên Kurdistana bakur bi cîh bûbûn. Weha diyare Stalîn doza para xwe ya ku di serdema peymana Sykes-Pıkot bi destnexistin, paşê doz kirîye.

Nuha jî dema mirov lê dinêre piştî bûyerên Sûrî ku Rusya hat li Sûrî bi cîh bû, di heman demê de li ser hudûdê Turkî û Ermenîstanê tatbikatên eskerî di çarçewa ODKB de kir, û li Ermenîstanê basa xwe yê eskerî bi roketên nuh xurtir kir. Her weha nuha Rûsya bi Ermenîstanê re ordîya hevbeş ava kir. Rûsya him ji Behra Sipî him jî ji alî Kurdistana Bakur bûye cîranê Turkî, Sûrî û İraqê. Ji alî startejîya eskerî diyare ev sîgnal e jibo van welatana. Ji ber wê ye ev welatana ji bê çaretî xwe nêzî Rûsya dikin.

Di sala 1946 de bi piştgirîya Sovyet cumhûrîyeta pêşin a Kurdî Mahabad ava bû. Piştî dawîanîna şerê cîhanê Ordîya Sor ji Îran derket. Îranê êrîş anîn ser Kurdan û Cûmhûriyeta Mahabad têk çû. Serokê Cûmhûrîyeta Kurdî Qazî û hevalên wî daliqandin. Mustefa Barzanî bi çekdarên xwe, xwe gîhandin nav axa Sovyet. Barzanî û hevalên wî bi tevayî 12 salan li Sovyet man. Di salên 1940-1950 de armanca Sovyet ew bû ku tevgera Kurdî di nakokîye di navbera xwe û welatên rojava de, di "şerê sar" de bi kar bînin. Fikra avakirina cumhûriyeta Kurdî îmkan dida Sovyet teesira Îngiliz û Emerîkîya li Rojhilata Navin kêm bikin.

Li gor arşîvên Rûsya ji mere dide rêdan, yek ji serkirdayetîyê Sovyet endamê polîtburoya PKYS (Partîya Komunîst a Yekîtîya Sovyet) Sûslov di dawîya salên 1950 de soz da Barzanî ku ewê piştgirîyê bidin ji bo avakirina otonomî ji bo Kurdan. Di sala 1958 de bi înqlabekê hukmê Nûrî Seîd li İraqê ku nêzî Înglîza bû hate wergerandin. Di heman salê de 1958 de Barzanî vedigere İraq, bi navberîya Sovyet Barzanî bi Kasim re hevdîtina dike. Ji bo Sovyet grîng bû ku di hukmê Kasim de istiqrar hebe. Paşê têkilîyên Kurda û Bexdayê xera dibe û şer dest pê dike. Paşê careke din bi navberîya Sovyet 1966 de hevdîtin di navbera Kurdan û Reıscumjhûrê nuh Arif de dest pê dike. Sovyet ji bo berjewendîyên xwe gelekî dixwest ku li İraqê istiqrar hebe. Ji ber wê jî muhawele dikirin ku Kurd û Bexda li hev bikin. Wek eşkereye bi navberîya Sovyet di 11 Adarê 1970 de wek resmî di yasaya bingehî a İraqê de Otonomî ji Kurdistanê re hate qebûl kirin.

Em dikarin bêjin heta dawîya salên 1950 hevalbendê Sovyet li herêmê bes Kurd bûn. Bi alîkarîya Kurdan Hukmê Nûrî Seîd ku nêzî Înglîza bû wergerandin. Bi wergerandina hukmê Nurî Seîd, Sovyet li herêma Rojhilata Nêzîk welatên wek Sûrî û Misir kirin hevalbendê xwe. Wek eşkereye piştî salên 1970 heta 1990 Sovyet ji ber têkilîyên xwe bi welatên Kurdistan perçe kirine, Kurd piştguh kirin. Piştî salên 1990 bi ruxandina Sadam Husên re Kurd dîsa ketin rojeva Rûsya, vekirina radyo ya dengê Rûsya bi Kurdî bi zaravên Kurmancî û Zazakî. Her weha yek ji welatên pêşî ên xurt cihanê bû ku konslosxana xwe li Hevlêr vekir. Rûsya her dem teref bûye ku pisrgirêka Kurd her dem li Rojhilata Nêzîk hebe. Ji ber wê her dem stîmul daye ji bo hebûna pirsgirêka Kurd, ji ber wê înstîtuyên teybet ji zemanê qeyser heta nuha avakirine û lêkolîna li ser Kurdan dikin. Bes ji bo Kurd bighên armancên xweyî nîha jî dervî Otonomîya 1970 a Kurdistana İraqê, piştgirîyek heta dawî nekirine.

2-Gelo siyaseta Rusan ya derbarê Kurdan û Kurdistanê ji duh heta îro çiqasî guhuriye? Ger guhartin heye, mirov dikare behsa guhartineke çawa bike? Guhartin çi astî da û bi kîjan faktoran ve girêdayî ye?

-Ji Rûsya Qeyserî heta îroj, Rûsya her dem pragmatîk nêzî pirsa Kurd bûn û her dem dixwest Kurdan ji alîkî de li ser Osmanîya û Eceman wek hêzek wan bîne rayê bi kar bîne. Ji alîkî din dixwest Kurdan wek heremek tampon li hember welatên Rojava wek Înglîz, Fransa û Almanya bi kar bîne, ji bo negihêjin Kafkasya. Kurdan jî li têkilîyîn bi Rûsan re wek gotınek pêşîya Kurdan heye dibên ''Dujminê dujminê min dostê mine'' di çarçewek weha de lê dinerî.

Berya şerê cîhanê yê yekemîn, wek tê zanîn wê demê welatên emperyalîst ên rojava ên (Hevpeyman) wek Înglîz, Fransa, Rûsya Qeyserî û hwd. dixwestin heremê li gor berjewendîyên xwe li hev parve bikin û arkîtektûrekê ji heremê re ava bikin. Wê demê van welatana hedefa wan ya pêşî ew bû ku heremê li ser asasê geopolîtîk li hev par bikin, lê ji bo ku ev herêm di bin destê Împaratorîya Osmanî de bû van welatên rojava xwestîn Împaratorîya Osmanî perçe bikin û li hev parve kin. Li ser vê ya, bi însyatîfa Fransa û Înglîz û bi pişgiriya Rûsya Qeyserî di sala 1916 de bi dizî tifaqa bi navê Sykes-Picot hat sazkirin. Ev tifaq mirov dikare bêje destpêka parvekirina herêmê bû.

Li gor tifaqa Sykes-Picot, ji Înglîz re İraq, Urdun, Başûrê Kurdistanê û dora Hayfa yanî Filîstîn, ji Fransa re Sûrîye, Lubnan, qismek ji bakur û başurê Kurdistanê dima. Herweha ji Rûsya re qismek ji bakurê Kurdistanê û qismek ji axa Turkîya îro dima, lê ji bo ku li Rûsya di sala 1917 Bolşevîka şoreş kirin wan wek resmî xwe ji tifaqa Sykes-Picot paşve kişandin.

Di serdemê Sovyet de mirov dikare bêje di helwesta Rûsya Sovyetî di pirsa Kurd de tu guhertinek asasî nebû. Tenê guhertin ew bû ku êdî li pirsa Kurd di konsepta îdeolojîk (antî emperyalîst) dinerin. Lê çawa di serdemê Rûsya Qeyserî de pragmatîk li pirsa Kurd dihate nerîn, ew siyaset di serdemê Sovyet jî de dewam kir û her dem terefê ku pirsa Kurd di nava welatên Kurd perçekirine bê çareserkirin. Bes piştî têkçûna Sovyet guhertinea asasî di siyaseta Rûsya de ewe kû Rusya nuha dema behsa çareserîya pirsa Kurd dike, behsa ne guhertina hudûdên dewletên herêma Rojhilata Nêzîk nake. Mînakê wê beyana Putîn a derbarê kurdan de û hevpeyvîna wezîrê derve Rûsya Lavrov a derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanêde ye. Ev bi ya min guhertina herî ber bi çav e. Ji her du beyanê Pûtîn her weha a Lavrov mirov pir eşkere dibîne ku Rûsya ser girtî bi zimanê dîplomasîyê dide famkirin ku “Em ne li dijî avakirina dewleta Kurdin’’. Bi ya min heta nuha tu serokkomar an wezîrê derve wek yên Rûsya beyanê weha nedane.

3- Gelo bandora meseleya Kurd û Kurdistanê di reqabeta Rusya û Amerikayê ya Rojhelata Navîn de çiqasî ye, ji aliyê Rusyayê ve gringiya vê meseleyê çi ye?

Bi ya mindi pirsa Kurdan de Rûsya û DYA ji rekabetê bêhtir wek konsensûsek heye.

Wek tê dizanîn di vî 100 salê dawî de du nîzam li cîhanê hate ava kirin. Nîzama pêşin piştî şerê cîhanêyî yekemîn bi tifaqa Sykes-Picot (1916) de perçekirina Împaratorîya Osmanî di navbera Rûsya, Brîtanya Mezin û Fransa de hate ava kirin. Di vê nîzamê de Milletê Kurd nakarîbû dewleta xwe ava bike. Ev nîzam bi destpêka şerê cîhanê yî duemîn têk çû û piştî şerê cîhanê yî duemîn nîzama dudan di sala 1945 de bi tifaqa YALTA hate îmze kirin. Pir heyf milletê Kurd di vê nîzamê de jî nakarîbû dewleta xwe ava bike. Di sala 1989 bi têkçûna Sovyetê dawî li vê nîzama duemîn jî hat. Em dikarin bêjin ji sala 1991 heta nuha ev şer û pevçûnên li cihanê tevgerek ji bo avakirirna nizamek sisyan li cîhanê ye. Heta nuha nîzama sisiyan nehatîye ava kirin. Pirsa radîkal îslamê li cihanê yek ji pirsgirêkên sedsala 21 ye. Welatên Rojava, bi teybet Rûsya û DYA gelek metirsiya wan ji vê heye û dizanin bi şerê ew nuha dikin tenê istiqrar û çareserî nabe. Lazime hêzeke herêmî hebe ku rê li ber bigre, ew jî bi ya min bes Kurdin. Wek ez fam dikim welatên zirhêz, bi teybet Rûsya û DYA, dewletên xurt li herêma Rojhilata Nêzîk û navîn naxwazin û nuha du welatê li herêmê potansîyal tehlike ne ji bo wan. Wek Turkî û Îran naxwazin ku sînorên wan bighê ser hev, her weha sinorên Sûrî û İraq jî. Ji ber wê hew Kurd dikarin bibin herêmên tampon di navbera van welatan de ku sînorên wan neghê ser hev. Tê hesabê Rûsya û DYA bi formên desthilatê cuda li hemû perçên Kurdistanê wek otonomî, federasyon an serxwebûnê ava bikin ku stratejîya xwe û nîzama xwe ya sedsala XXI pêk bînin.

Pir eşkereye perçebûna nuha li herêmê bibe, wê ne wek demên şerê cîhanê yî yekemîn û dûemîn li gor geopolitîk be, wê li gor ethnoconfessional (netewe û mezheb) bibin. Li gor vê strtrejîyê guhertinên li herêmê ethnoconfessional be, favorîtê berz ê vê stratejîya nuh Kurdistane. Kurd divê bikaribe vêya baş bi kar bînin. Divê Kurd ne hissî a pragmatîk tevbigerin.

 

4- Di siyaseta Rusya û Amerikayê ya pirsa Kurdistanê de cudahî û hevbeşiyên çawa hene?

-Wek ez fam dikim ji bo Rûsya têkilî bi Kurdan re stratejîk bûye. Dema em lê dinerin têkilîyên Rûsya û Kurdan ji qirnê XIX dest pê dike bê navber û heta roja îroj berdewame. Wek berya nuha min behs kir înstîtuyên teybet li ser kurdan ava kirine û lêkolîn kirine. Ji bo DYA pirsa Kurd bêhtir konjukturel bûye. Yanî dikarim weha bêjim têkilîyên Rûsya bi Kurdan re aktîv dor 200 salî ye û têkilîyên DYA bi Kurdan re dor 40 salî ye. Ji ber wê em dikarin bêjin di têkilîyên bi Kurdan re Rûsya ji DYA bi tecrubetir e.

Wek tê dizanin bi teybet ji salê 1965 de Kurdan (Kurdistana Başûr-PDK) pir aktîv lê xebîtîn bi Amerîkayê ra têkilîya bikin. Heta sala 1972 a Amerîka bi tu awayî ne dixwest têkilîyan ligel Kurdan deyne. Bi teybet piştî Înqilaba 1968 li İraqê ku di encamê wê de BAAS hate ser hukum ku Kurdan hêvî dikir ku wê Amerîka bi wan re têkilî bike, vê demê jî Amerîka rû neda Kurdan. Amerîka dixwest têkilîyên xwe li gel rejîma nuh a BAAS xweş bike. Bes piştî ku BAAS bi Yekîtîya Sovyet re peymanên eskerî, aborî çêkir, Amerîka bi Kurdan re bi dizî, ne eşkere dest bi têkilîyan kir. Ev têkilî di rêya CİA (îstixbarata Amerîka) di sala 1972 a li Amerîkayê li navenda CİA a li Lenglî pêk hat. Delegasyona Kurdan ji rehmetîyê birêz Îdrîs Barzanî û parlementerê herema Kurdistanê ê nuha li parlementoya İraqê birêz Dr.Mehmûd Osman pêk dihat. Wê demê bi serokê CİA Rickard Helmsom, her weha berpirsên pentagon û bi hinek ji berpirsên wezareta derve re hevdîtin kirin. Piştî ku BAAS peyman bi Yekîtîya Sovyet re çêkir, Amerîka xwest dest bavêje tevgera Kurd li Başûrê Kurdistan. Bes ne dixwest raste raste û vekirî ew bi Kurdan re têkilî bike. Dixwest hemû têkilîyên xwe di ser Îranê re bi Kurdan re bike. Ev têkilî û alîkarî heta 06 Adarê 1975 dewam kir. Di sala 1975 a de Tifaqa Cezair di navbera Îran û İraq de pêk hat û Amerîka û Îran alîkarî ji Şoreşa Kurd qut kirin. Û wek em tev dizanin trajedîyek mezin hat serê gelê Kurd.

Tişta cuda di navbera herdu alîyan de Rûsya li pirsa Kurd wek pirsek ”millî-siyasî” dinêre. Ku her dem bê navber xwestîye li hember welatên herêma rojhilata nêzîk bi kar bîne, li ser serê van welatan wek ”Şûrê demoleks” bi kar tîne. DYA li pirsa Kurd wek pirsa ”Mafê mirova” dinêre û li gor kojukturê bi kar tîne. Di têkilîyên wan bi Kurdan re her dem navber ketîyê. Tişta hevbeş a Rûsya û DYA nuha ew e kû nuha dixwazin nîzameke nuh a sisyan li cîhanê ava bikin. Ev gengeşîya wan jî ji ber vê ye li ser parvekirinê li hev nakin, lê îqnane ku ewê herdû bi hev re niazama nu ava bikin. Ji ber vê Pirsa Radîkal Îslamê bûye pirsgirêka herî mezin a herduyan a sedsala 21 ye. Her dû alî jî dizanin li herêmê ji bo demên dirêj ku çareserî û rê li bergirtina îslama radîkal, siyasî bê girtin alternatîv bes Kurd in. Kurd divê vêya baş bixwînin û li gor wê pragmatîk tevbigerin. Her weha ez dihesibînim pirsa Kurd ji destê Kurdan û destê welatê Kurd perçekirine derketîye, ketîye destê zirhêzên nav dewletî wek DYA û Rûsya û ez dihesibînim heta derecakê ev pozîtîv e. Ji ber Rûsya jî DYA jî li pirsa Kurd nuha pozîtîv dinerin, nuha gihaye hudûdekî ku Rusya jî DYA jî ji ber pirsa Kurdan têkilîyên wan car caran bi dewletên Kurdistan perçekirine xerab dibe. Her weha nuha faktora asasî ji bo rizgarîya welatekî faktora derve ye. Bê guman faktora hundir jî grîng e. Kurd hew dikarin bi piştgiriîya zirhêzên derve ji nav destê welatên Kurdistan perçekirine derkevin.

 

5-Wek xuyaye Rusya di Rojhelata Navîn de zêdetir nêzîgê İranê ye. Herweha pêwendiyê wî bi Suriyê ra jî xurt in. Bi gotineke din Rusya di Rojheleta Navîn de wek hevpeymanê xeta Şia dixuye. Ger di vê wêneyê de hûn binirxînin, derbarê helwesta Rusyayê ya Kurdan de hûn dikarin çi bêjin?

-Di rastîya xwe de têkiliyên zirhêzên navdewletî bi welatan re ne liser asasê mezhebî an millî ye, bêhtir li ser asasê berjewendî ye. Em bên ser têkiliyên Rûsya bi Îranê re, bi ya min ne wek partnerê stratejîkin, bêhtir konjukturel e. Ji ber ev Îrana Şîî heta berya 1979 mutefîkê DYA bû, piştî sala 1979 ku mellayên muhafezekar hukmê şah wergerandin, siyaseta wan ew bû ku digotin ‘’şeytanê mezin DYA, şeytanê biçûk Îtîhade Şûrewî ye (Yekîtîya Sovyet E.Ö)’’ lê ji bo Îran bê çare bû xwe nêzî Rûsya kir. Ev li gor berjewendîyê Rûsya bû jî. Pirsa têkilîyê Rûsya bi Sûrî re, ev têkilî ji dema Îrana Şah hevalbendê DYA bû Rusya têkilîyên wê bi Sûrî re xweş bû, her weha em nuha dibînin ku Rûsya têkilîyên wê bi Misr û Pakistana Sunî re gelek xweşin. Her weha Tûrkîye wek welatekî sunî nuha ji ber problemên wê bi welatên rojava û DYA re xwe nêzî Rûsya dike. Û ya herî grîng di nav axa Rûsya de nufûsek mezin a misilmanan heye ku tavaya wan Sunnî ne, heger mesele mezhebî be wê Rûsya bixwesta bi welatên misilman yên Sûnnî re di têkiliyên xweş de ba da ku di nav misilmanên Rûsya de problema dernexin. Her weha nuha di nav rêxistina ŞANGAY de ku Rûsya xwedî bandorek grane ku çend dewletên misilman wek berendam pêşniyar kiriıye ji wan dervî Îranê Kazakîstan, Pakîstan, Özbekîstan, tev Sûnnî ne. Rûsya bi metirsiyek mezin li stratejîya Îranê a ku dixwaze kemberek kesk ji Îran, İraq, Sûrî û Lubnanê pêk bîne da ku xwe bighîne ser behra sipî dinêre. Ev li dijî stratejîya Rûsya a herêma rojhilata nêzîk û navîne. Bi ya min ev dijberîya Rusya li hember kembera keska Îranê di berjewendîyê Kurdan de ye. Îran dixwaze vê kemberê di ser Kurdan re ava bike. Wek minak bûyerên Musil, Şingal û hinek herêmên rojavayê Kurdistanê, avakirina ‘’Heşdî Şeebî’’ ji ber vêya ye.

 

6- Di serê sala 2017an, di resepsiyonek de li ser pirsa rojnamevanek Putin wisa got: “Pirsgirêka referanduma serxwebûna Kurdistanê pirsgirêka navxweyî ya Iraqê ye.” Di ronahiya vê daxwuyaniyê de û bi giştî hûn li helwesta Rusyayê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê çawa dinhêrin

-Bi ya min divê Kurd bersîva Putîn rast bixwînin. Ew bersîva wî, di diplomasîyê de navê wê ewe ku “Rûsya ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye”. Nabe em Kurd ji xelkê bixwazin gotina xweye dawî pêşî bejin. Lê cara yekemîne serokê Rûsya di pirsa serxwebûna Kurdistanê de behsa neguhertina hudûda nake. Bi ya min heta nuha tu serokdewlet weha vekirî wek Putîn di derbarê pirsa serxwebûnê de nepeyivîye. Ne serokê DYA ne YA û ne kesekî din dervî Îsraîl. Ji ber Îroj ne DYA ne Rûsya û ne jî YA ne li dijî serxwebûna Kurdan e. Beyanê wezareta derve DYA, Rûsya û YA pozîtîvin, her çuqas hinek ji medya Kurdan desînformasyon dan ku xwedê giravî wek ev hersê alî li “dijî” referandûmê ne. Lê di rastîya xwe de beyanê wezareta derve a DYA, Rûsya û Almanya de gotına “dijî referandûmê” ji bin de nine. Hinek ji medya Kurdan gotina ku li dijin ji ku anîn nazanim, ev cihê pirsê ye? Gelo medya Turka, Ereb û Farisan kopi kirin. Hêja ye medya Kurdî di pirsên weha cidî de li hilbijartina gotinên xwe miqatebe. Ji xwe dema mirov lê dinere, wek ku haya van sê alîyan ji hev hebe. Naveroka beyana hersê alîyan eve ku “em terefê İraqek yekgirtîne, piştgirîya referandûmê nakin, bes lazime mafê milletê Kurd li gor huqûqa navnetewî bê parastin”. Em werin ser alîyê dîplomatîk. Yek jê ev hersê alî zirhêzin û siyaseta global dikin. Beyanên wan hertim li gor balansê ye, her weha kesek li vê cihanê gotina xwe ya paşî pêşin nabêje. Tiştekî din grîng kesên ji dîplomasîya stratejîk ne konjukturel fam dikin, baş zanin ku ferqek mezin di navbera “em piştgirî nakin” û “li dijin” heye. Her weha beyana van hersê alîyan ne stratejîke, konjukturele. Ji ber wek em dizanin berya îlankirina referandûmê bi du rojan birêz Mesrûr Barzanî li DYA bû û birêz Neçîrvan Barzanî li Rûsya bû. Piştî vegeryan bi du rojan kurda îlana referandûmê kirin. Ez ne bawerîm birêz Mesûd Barzanî işareta pozîtîv ji DYA û Rûsya negîrtibe biryarek weha zû zû bide. Di van 30 salên dawî de alîkarî û piştgirîya van sê alîyan ji bo Başûr û rojavayê Kurdistanê ye.,

Her weha hesabê van sê alîyan di warê stratejîk û aborî de li ser Kurdistanê, şirketên navnetewî yên van sê alîyan li Kurdistanê hesabên dur û dirêj dikin. (EXXON MOBIL, ROSNEFT, E.O.N). Divê Kurd li beyana hersê alîya di derbarê referandûmê de wek startejîk erênî lê binêrin û têkiliyên xwe bi DY, Rûsya û YA re dewam û xurtir bikin. Kurd bi piştgirîya wan tenê dikarin bighên armancên xwe. Dujminatîya wan bi tu awayî ne di berjewendîyê Kurdan de ye. Dunya piştgirîyê dide referandûmê, nuha maye li ser Kurdan.

 

7-Li Başur Kurdistaneke serbixwe jibo Rusyayê tê çi wateyê?

-Min li jor jî bi frehî behs kir ku ji bo stratejîya Rûsya û DYA a sedsala XXI e pirsgirêka herî mezin rê li ber girtina radîkal îslama siyasî ye. Ji bo van her dû zirhêzan tekane garantîya vêya Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî statuyên legîtîm û desthilat bin, ev dikare formê cuda be. Sexwebûna Başûrê Kurdistanê yek ji van formane.

 

8-Çendêk berê, di serê Heziarana 2017an de, di serokatiya Serokwezirê Herêma Kurdistanê Neşirvan Barzanî de heyetek ji Kurdistanê çu Rusyayê û Putîn re civîya. Piştre jî bi Rusyayê (Rosneftê) re derbarê gaz û petrolê peymaneke 20 salî hat îmzekirin. Hûn vê peymanê ji aliyê herdu terefan ve çawa dibînin? Wê bandorek wê yê siyasî yê çawa hebe li ser pêwendiyê Rusyayê û Herêma Kurdistanê?

-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Neçîrwan Barzanî bi delegasyonekê beşdarî forûma ekonomîk a navnetewî ya Sanktpetersbûrgê bû. Di vê serdanê de delegasyona Kurda hevdîtin li gel berpirsên bilind ê Rusya pêk anîn, di serî de bi Serokkomar Pûtîn re, herweha bi wezîrê derve Lavrov û gelek berpirsên dinre civîyan. Divê serdanê de çend armancên asasî ji bo delegasyona Kurdan hebû:

1-Xurtkirina têkilîyên navbera Rûsya û Kurdistanê ji bo şerê bi terorîzma navnetewî re.

2-Pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê ku piştgirîya Rûsya bigrin.

3- Pirsa aborîyê (Neftê), ku bi şîrketên Rûsya peymanan îmze bikin.

4-Pirsa dan û stendina înformasyonê di derbarê şerê bi terorîzmê di navbera dezgehên   îstixbaratê yên Rûsya û Herêma Kurdistanê de.

5- Pirsa kredî, Rûsya wek kredît wê nuha pêşin parê frotina nefta Kurdistanê heta 2019 bide Herêma Kurdistanê, wek meblexek jî vê kredîyê hatîye wergirtin.

Wek tê dizanîn piştî hevdîtina bi serokkomar Pûtîn re û wezîrê derve Lavrov re peyman di navbera ROSNEFT û hukûmeta herêma Kurdistanê de hate îmze kirin. Ev peymaneke gelek grîng bû ji bo herêma Kurdistanê ku di vê rewşa navnetewî û herêmî de ku ne diyarbûnek ji bo Kurda heye. Wek N. Barzanî jî da diyar kirin “di tarîxa herêma Kurdistanê de tiştekî dîrokî, yekemîne”. “ROSNEFT” şîrketa dewletê ye, yek ji mezintirîn şîrketa navnetewî ya neftê ye. Herweha ji %50 nefta Rûsya ew xwedîyê wê ye; li Awrûpa, Afrîka, Asya û Arktîka li gelek herêman neftê derdixe û transportî bazara navnetewî dike. Peymana wan a bi Herêma Kurdistanê re ku wê nefta Herêma Kurdistanê nuha kapasîta wê dor rojê 700 hezar bermîle, wê heta dawîya salê derxin 1 milyon bermîl û transportî bazara navnetewî û navenda ROSNEFT ê a li Almanya bikin. Her weha wê li 4 herêmên Herêma Kurdistanê ku Kerkûk jî di nav de dest bi lêgerîn û derxistna neftê bikin. Di heman demê de xweşbûna têkilîyên Rûsya bi Herêma Kurdistanê re û bi 4 dewletên Kurdistan parçekirine, ji bo vê proja Kurda biçe serî pozîtîve an negatîve? Bi ya min pozîtîve, ji ber ev pirsek pragmatîke. Welatekî din şûna Rûsya ku têkilîyên wê bi 4 dewletên Kurdistan perçekirine ne baş be dikare projê weha neçe serî.  Heger mirov pragmatîk lê binere ev peyman di berjewendîyên Rûsya û Kurdistanê deye. Rûsya geostratejîk-pragmatîk nêzî pirsê dibe, hesabê paşeroja rojhilata nêzîk dikin û Kurda wek aktor dibinin. Wek welatekî zirhêza cîhanê ku monopola enerjîyê (Gaz, neft, elektrîk, enerjîya atomê û komur) di dest deye, heremeke wek Herêma Kurdistanê ji alî neft û gazê dewlemende ku bi karibe bazara wê de xwedî granî be grînge. Her weha bi Kurdan re hîn nêzîktir dibe. Ji alî Kurdistanê de ku ev demeke dirêje şîrketên neftê navnetewî ku pişt dabûn Kurdistanê bi vê peymanê ewê jî berê xwe bidin Kurdistanê. Rewşa xerab a aborî ku çend sale ku hukumeta navendî ambargo danî ser Kurdistanê wê baştir bibe. Gelek cihên kar wê bên vekirin. Û ya herî grîng Herêma Kurdistanê, wek serokwezîr Neçîrwan Barzanî got “Ev tiştekî cara yekemîn û dîrokîye di diroka Herêma Kurdistanê de ku dewletek zirhêz raste raste bi hukûmeta Herêma Kurdistanê re peymana neftê dike. Ji bo legîtîmnost gelek grîng e.”

Her çuqas ev peyman peymanek aborîye lê grîngîya wê a geostratejîk ji bo Herêma Kurdistanê heye. Grîngîya wê ewe ku ev peyman piştî hevdîtina serokwezîr Neçîrwan Barzanî bi serokkomar Pûtîn û wezîrê derve Lavrov hate îmze kirin. Ev di dîplomasîyêdê tê wê wateyê ku desthilata siyasî a welat piştgirî dide vê peymanê. Di vê serdanê de ku Rûsya qedrekî bilind da şandeya Kurdan, işareta ku Rûsya bi cîhanê da fam kirin emê li gel kurdan aktîv kar bikin. Di vê peymana ROSNEFT û Herêma Kurdistanê de derxistina petrolê li Kerkûkê jî tê wê wateyê Rûsya kurdistanbûna Kerkûkê nas dike. Ji ber pirsa referandûmê di hevdîtina de hatiye gotûbêjkirin, ev proses tev dide rêdan ku Rûsya bi erênî li pirsa refarandûmê jî dinere. Di pirsa serxwebûnê de jî Pûtîn demê berê jî gotibû li gor huqûqa navnetewî mafê milletê Kurd divê bê paraztin. Wek tê dizanîn sembola Rûsa hirçe. Hirç heywanekî bê denge û bînfirehe, bes bi armanc e. Siyaseta Rûsya jî weha ye siyasetek bê deng, bîn fireh û bi armanc e. Kurd divê pragmatîk bin. Ne Rûs ne DYA û ne kes Kurda nuha mecbûr nake hevalê min be li dijî yê din. Çima Kurd lazim e teref bigrin? Lê yekîtîya nav mala Kurd pêwîste û Kurd divê bi DYA, ÇÎN û YA heman têkilîyan bike.

 

9- Em bên li ser pêwendiyên Rusyayê û Kurdên Rojava. Wek tê zanîn Rusyayê di civîna Astanayê ya ewil de jibo Suriyê sistemeke federal pêşniyar kir. Yek, ev giştî tê çi wateyî? Didu, ji aliyê Kurdan ve mana vê helwestê çi ye?

-Berya civîna Astana I dest pê bike. Wekî eşkere ye Rûsya ji kurdan re vekirî got em terefekî kurdan bi tenê dawetî Astana nakin, em dixwazin delegasyoneka muşterek a kurdan hebe ku temsîla hemû kurdan bike û bi razîbûna Mesûd Barzanî be jî. Pêşî Rûsya ji 24 rêxistinên Kurdistana Sûriyê re dawetnamak şand ku tev bicivin û ji bo çareserîya alozîyê guftûgoyan bikin. Rûsya ji kurdan 3 tiştên asasî xwastine; 1) Kurd helwêsteka yekgirtî nîşan bidin, kurd li Sûriyê çi dixwazin? 2) Hemû terefên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê li ser delegasyonekê ku ji 5 kesan pêk bê li hev bikin. 3) Ev delegasyon ji bo beşdarbûna civîna Astana û hemû civînên çareserîya Sûriyê de beşdar bibe, herweha ev delegasyon serokekî ji xwe re hilbijêre ku ew serok bi razîbûna Mesûd Barzanî jî be. Ev muhawele heta berî çend rojan civîn dest pê bike jî berdewam bû, lê pir heyf alîyên siyasî li rojavayê Kurdistanê li hev nekirin. Di vê prosesê de ji berjewendîyên neteweyî bêhtir, nakokîyên navbera ENKS û PYD derketin pêş. PYD wekî her dem xwe virde û wêde da ji bo bi alîyên din yên Kurdistana rojava re yekîtîyekê neke, lê diyar e Rûsyayê ew hinekî mecbûr kiribûn ku bi ENKS re li hev bikin. Lê ne tenê PYD di helwêsta xwe de ne bêstiqrar bû, ENKSê heman bêstiqrarî di helwêsta xwe de nîşan da. ENKS pêşî got; em naçin civînê, jiber ev civîn li navendeka eskerî ya Rûsya ye çima ne li Moskow e. Divê nehêt ji bîr kirin ku ev navenda li hevkirina alîyên Sûriyê yê siyasî ya Rûsya li Sûriyê ye. Paşê ENKS got destê Bişar Esed bi xwîn e, em liser masayekê pêr rûnanên, paşê gotin em bi PYD re rudinin bes şertên me hene. Lê 3 roj ji civîna Astana re ma, ENKS îlan kir ku ew ê di nav muxalefeta Sûriyê de ya ku Tirkiyê, Erebistan û Qeter piştgirîya wê dikir biçe civîna Astana. Baş e her kurdek mafdar e ji ENKS pirs ke. Yek, Rûsyayê ji we xwast hûn wekî kurd bi serê xwe tev li hev bikin, delegesyonekê ji xwe re ava bikin ji bo hazirîya civîna Astana. Çima we bi alîyên kurdan ên din re li hev nekir da hûn wekî kurd biçin civîna Astana? Çima hûn di nav delegasyona opozîsyona erebî de ne wekî delegasyoneka kurd, lê wekî delegasyona opozîzyona ereb diçin civîna Astana? Du, we duh digot destê Esed bi xwîn e, em pêre rûnanên, çi bû di hundurê mehekêde, destê Esed paqij bû, ku we biryara beşdarbûnê da? Herweha PYD ev çend sal e alozîya Sûriyê dest pê kirîye ku we tu rê venekir ku bi alîyên siyasî ên din yên Rojavayê Kurdistanê li hev bikin. We her dem siyaseteka yekalî şaş meşand. PYD li rêyên dîalogê bi alîyên din re bikin, negerîyan. Dema ev derfeta dîrokî ji destê Kurdistana Sûriyê derdikeve, divêt em ji bilî alîyên kurd tu alîyekê din, gunehbar nekin. Liser beşdarnebûna kurdan li civîna Astanayê, gotineka kurdan a pêşîyan hate bîra min “Swarê hespê xelkê, hertim peya ye.” Raste tevî ku Kurdan li hev ne kir û wek Kurd beşdarî civîna Astana ne bûn jî, bes Rûsya reşnivîse yasya bingehî a Sûrî belav kir ku Kurd jî di wê reşnivîsê de statuyekê werdigrin. Ji alî Kurdan de divê bê zanîn ku Rûsya bi vê helwestê him ji dewletên Kurdistan dagirkirine him jî Kurdan re dide fam kirin di paşeroja Sûrî de Kurd wê xwedî destkeftîyên meşrû be. Wek mînak otonomîyek wek salên 1970 ji bo Kurdistana başur be.

10-Wek tê zanîn axa Kurdistana Rojava ji nîvî pirtir (Rojhelatê Feradê) di kontrola Amerikayê da ye, yê mayî jî (Rojavayê Feradê) di kontrola Rusyayê da ye. Gelo ev tişt li ser helwesta Rusyayê ya derbarê Kurdan tesireke xwe yê çawa heye?

-Ev faktora ku nuha DYA li rojhilatê Feradê ye û Rûsya jî kontrola rojavayê Feradê dike ji ber çend faktoranê, yek ji ev perçakî firehkirina hukmê xwe li herêma rojhilata navîn û nêzîke. Ya din, bi ya min Rusya û DYA li Sûrîye di gelek pirsên asasî de li hev kirine, wek di pirsa rê li bergirtina kembera keska Îranê û rê li bergirtina mudaxeleya Sûrî. Wek mînak heger tê bîra we berya demekê, dema ku Minbîc kete dest çekdarên Kurd, Turka bi ordiya xwe xwestin mudaxele bikin, bes Rûsya û DYA bi hevre yek ji rojhilat û yek ji rojava dora Minbiç girtin, li pêşya ordîya Turka sekinîn, nehiştin Turk mudaxele bikin. Her weha Rûsya û DYA li ser ku Sûrîye bibe welatekî federal li hevkirine. Ev him di serdema Obama de dema wezîrê derve DYA Kery û wezîrê Rûsya Lavrov ku li Mosko piştî civîna 8 seetan li ser pirsgirêka Sûrî ji medya bi hevre gotin em gihan encamekê ku Sûrîye lazime bibe welatekî federal. Her weha di civîna Astana de wezareta derve Rûsya reşnivîsek yasayek bingehî a Sûrîyek federal belav kirin tevî ku Îran û Tûrkî li dij bûn. Bi ya min gelek caran mirov his dike li Sûrî weke ku DYA û Rûsya wezîfe li hev parve kirine yek yekî temam dike. Yek ji armanca Rûsya sereke li Sûrî ewe ku behra sipî jı dest xwe bernede. Ev xeyala Rûsya sedsalane ku derkevin ser avên germ. Ev herêma Behra Sipî a Sûrî nuha weha diyare ji Rûsya re ma. Ya din divê mirov di pirsa Sûrî de gengeşîya nava DYA û Rûsya bi Sûrî tenê mehdûd neke. Ew di pirsgrêka Sûrî de heman demê bazarê liser Ûkrayna, Lîbya, Îraq, Yemen, Îran, Turkî û gelek pirsgrêkên din jî dikin. Ji ber ev her du welat nuha di gengeşîyek nîzamek nuh li cîhanê deynin dene. Ji bo Kurda bi tevayî her weha ji bo Kurdên Rojava hewce nake di nakokîyên DYA û Rûsya de bibin teref. Ji ber her du alî jî nuha dixwazin bi Kurdan re di têkilîya debin û ne DYA û Rûsya nuha kurdan mecbûr nakin ku li gel min be û li dijî yê din be. Ji ber her du alî jî fam dike ku Kurdan mecbûr bikin dikarin Kurda wenda bikin, ew jî nayê hesabê herdû alîyan. Çima Kurd xwe mecbûr his bikin teref bigrin. Lê tiştekî muhîm divê Kurd pevajoyê nuha baş bişopînin ku heta Nîzama nuh a cîhanê ne hatîye avakirin divê destkeftîyên mezin siyasî bi teybet axê bi dest xwe ve bigrin, nuha wext li Kurda teng dibe. Îşaretê ku nîzama nuh dê ava bibe hêdî hêdî diyar dibe. Kurd berya nizama nuh ava bibe destkeftîyan bi dest nexin dikare tekerura Nîzama 1919 û 1946 tekrar bibe.

 

11- Li gor nêrina we mirov dikare di mijara Kurdistanê da behsa siyeseteke giştî ya Rusyayê bike. Wek nimunê Rusya Kurdistana Başur û Rojava di yek wêneyekê de dinirxîne, yan jî wan herduyan ji hev cuda dibîne?

Wek tradîtsıonel Rûsya ji serdemê Qeyser heta salên 1940 di navenda siyaseta wan a derbarê Kurdistanê de granî li ser Kurdistana Bakur bû. Bes piştî salên 1940 hukmê Înglîz li herêmê bi teybet li İraqê xurt bû. Paralelî Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr ji ket rojeva wan. Her weha em nuha dikarin bêjin nuha tevaya perçê Kurdistanê di siyaseta wan de ye, bes disa jî di siyaseta wan de nuha jî Kurdistana Bakur di granîyê de ye. Evêya em di lêkolînên Rûsya li ser Kurdan de û du radyoyên vekirin (Radyoya Rewanê, û Sputnîk) tev ji % 90 bi Kurmancî ne û berê wan bi Bakurê Kurdistanê vebûye. Min di bersîvek xwe li jor behs kiribû ku Rûsya siyaseta wê di derbarê Kurdan de ji zemanê Qeyser û heta nuha her pragmatîk bûye. Bes wek konjukturel car car bi teybet nuha guhertinek berbiçav heye. Wek minak di serdemên berê de dema behsa pirsa Kurd dihate kirin herdem digotin nabe sînorên dewletên heye bê guhertin. Lê nuha Rûsya behsa neguhertina sînorên heye nake, ev di diplomasîyê de navê wê sergirtî ku em ne li dijî dewletbûna Kurdane.

Bi ya min Rûsya siyasetek wê di derbarê Kurdan teybet heye. Ji zemanê Qeyser heta têkçûna Sovyet siyaseta wan ew bû ku lazime pirsa Kurd herdem hebe, aktuel be, li herêmê pirsgirêk be, lê xwe ne dida ber çareseriya daîmî. Bi min nuha Rusya amadeye ji avakirina statuyên siyasî meşrû ji bo Kurdan. Siyaseta wê li gor konjukturê (Têkilîyên wê bi DYA, Awrûpa, welatên herêma rojhilata nêzîk û bi Kurdan re) wê bê guhertin, ew wê ji otonomî heta serxwebûnê bi formên cuda. Her weha dikare bi yekîtîya du perçên Kurdistanê an hin zêde jî razî be, ev tev wê li gor li hevkirina bi DYA a li ser nîzama nuh be. Kurd divê prosesê rast bişopînin bi serîkî sar, ne hissî. Pragmatîk xwe ji her varyantê (îhtimalê) re amade bikin.

 

12- Kerema xwe tiştên ku wekî din hûn lê zêde bikin?

Bi ya min Kurd divê heta ji wan bê xwe nêzî Rûsya, DYA, YA bikin û durî dewletên Kurdistan perçekirine bin. Her weha bi tu awayî dujminatîya van welatan neke û xwe ji propaganda medya Turkan ku li hember Rûsya, DYA, YA   dike bi durxin. Ji ber dewletên Kurdistan parçe kirine baş dizanin Kurd bes bi alîkarîya zirhêzên navdewletî dikarin rizgar bibin. Ji ber wê nuha heta ji wan tê bi teybet medya Turka bi desînformasyonê dixwazin Kurd dujminatîya van welatana bikin. Pir heyf gelek caran mirov dibe şahid ku gelek mirov ji medya Turkan manıpule dibin û helvesta li hember van welatan digre, ew ji dibe sebeba helvestek siyasî şaş.

Li nava Kurdan de bi teybet li Bakurê welat hinek terefên di bin navê “çepîtîyê” de ku di rastiya xwe de gelek di bin tesîra Kemalîzmê de ne dijberîya DYA dike, her weha hinek terefê di bin navê “Îslamê” de ku di rastîya xwede di bin teesîra Turk îslam sentezî dene dijberîya Rûsya dikin. Hinek teref-kes jî hene tevlihevin, “çep” û “oldar in”, gelek caran dema nivîs an beyanê wan dibine tragedîkomîke. Ev dor 30 salê Sovyet têk çûye, Rûsya nuha welatekî kapîtalîst e wek DYA an Fransa. Ev kes û terefana hin ji dema behsa Rûsya dikin, wek ku hîn Rûsya sosyalîste dijberî dike. Ewên ku berê “xwe sosyalîst dihesibandin” ku nuha dev ji sosyalîzmê berdane wek ez fam dikim dilgranîke hissi li hember Rusya Sovyetî heye ku di demên xwede “Çep” bûn û Rusya Sovyetî alîkarîya wan ne kirî ye. Ez vê helwestê taswîp nekim jî lê wan hinekî fam dikim. Lê divê tiştek neyê jibir kirin di siyasetê de hissî tevgererandin gelek şaş e.

Ez gelek spasî xebatkarên Kovara DENG dikim ku karekî weha hêja dikin. Nuha li Bakurê Kurdistanê valayak fîkrî heye. Ji ber nuha Bakurê Kurdistanê ji her demê bêhtir muhtacî kovarek fikrî û siyasî ye û pir heyf kovarê weha gelek kêm in, tu dikare bêje nîne. Ji ber wê spasî xebatkarê we dikim ku kovarek weha bi rêk û pêk ku cih didin fikr û ramanên cuda derdixin. Her weha gelek spas dikim ku we derfet da min ez nerînê xwe di kovara we de ji xwendevanê were bidim diyar kirin. Hêvîdarim kovara we di demên pêşde bikaribe heftane an du heftan carekê bê weşandin. Ji ber Kurdên bakur ji her demê bêhtir nuha hewceyî kovarek weha fikrî, sîyasî ne. Mala we ava her serkeftî bin.

Deng, hêjmara 107

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin