Têkilîyên Kurdistan û Swêd pêşdikevin!

Têkilîyên Kurdistan û Swêd pêşdikevin!

Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Wezîrê Swêdê û şanda li gel kir û spasî gel û Hikûmeta Swêdê kir ku li salên derbasbûyî de yarmetiya gelê Kurdistanê dane û bûne penagehekî aram ji bo xelkê Kurdistanê.

A+A-

Malpera resmî ya Seroktîya Herêma Kurdistanê hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi  Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven û şandeya wî re daxuyanîyekê belav kiriye
Daxuyanî weha ye:

"Roja sêşem 25.10.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stefan Löfven Serok Wezîrê Swêdê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Swêdê xweşhaliya xwe bi serkeftin û pêşveçûnên hêzên Pêşmerge yên li bereyên şerê dijî terorîstan nîşan da û tekez li ser palpiştî û pabendbûna demdirêjiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Pêşmerge kir û ragihand Hikûmeta Swêdê bi niyaze hejmara şêwirmendên xwe serbazî yên li Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo asta hemahengî û karê hevbeşa Pêşmerge û Artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstan da hebû.

Serok Wezîrê Swêdê serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û eve jî xisterû ku welatê wan rêz ji bo dîrok û qurbanîdana gelê Kurdistanê heye û hewlên Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge ya ji bo parastina pêkhatên neteweyî û olî de bilind nirxand.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Wezîrê Swêdê û şanda li gel kir û spasî gel û Hikûmeta Swêdê kir ku li salên derbasbûyî de yarmetiya gelê Kurdistanê dane û bûne penagehekî aram ji bo xelkê Kurdistanê û pêzanînên xwe jî ji bo rola şêwirmendên serbaziyên Swêdê ya li meşq û rahênana Pêşmerge de nîşan da.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dîrok û êşên gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û êrîşa terorîstên Da'îş ya li ser xelkê Kurdistanê û pêkhatên wê kir û ji bilî balkişandina li ser girîngiya azadkirina Musilê ya Herêma Kurdistanê tekez li ser pêwîstiya hebûna planekî siyasî kir û ji bo rêgirtina li serhildana kêşeyan û parastina pêkhatan bi taybet Êzîdî û Mesîhiyên parêzgeha Nînowa. Eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê hîç demekî nabê aliyek ji gengeşeya tayîfî. Her wiha eve jî dûpatkir ku heman demî de li gel şerê serbazî divê şerê fikrî û siyasî û civakî ya terorîstan jî bê kirin.

Her li vê civînê de şanda mîhvan gumanên xwe yên li ser qonaxa piştî Da'îş û çarenûsa pêkhatan ji bo Serok Barzanî behs kirin.

Rewşa mafên mirov li navçeyê û her wiha berçavgirtina mafê jinan û beşdariya çalak ya jinan li jiyana siyasî û aborî û civakî da mijareke dinê vê hevdîtinê bû."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin