• Diyarbakır 27 °C
  • Batman 27 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 21 °C
  • Ağrı 15 °C

Tehran û Bexda li ser şandina neftê li hev kir

Tehran û Bexda li ser şandina neftê li hev kir
Hate ragihandin di rêkeftina şanda nefta Kerkûkê bo Îranê de hatiye zelalkirin dê rojane ji30 hezarî heta 60 hezar bermîla neftê bo Îranê bêne şandin.

Wezîrê petrol ê Iraqê Cebar Liêbî da zanîn kuTehran û Bexdayê li ser şandina nefta Kerkûkê ji bo Îranê li hev kirin û dê Iraq rojane 30 heya 60 hezar bermîlên petrolê bişîne Îranê û di pêşerojê de ev hejmar dê were zêdekirin

 
Rêvebirê Giştî yê Şirketa Somo ya Iraqê Elaî Yasirî jî got: "Min li gel nûnerê Wezareta Petrol a Îranê Hîdayet Zade ew rêkeftin îmze kiriye, beramberî petrola ji Kerkûkê here ji Îranê. Dê Îran jî bi qasî wê petrolê bişîne ji başûrê Iraqê re û bi vê yekê xerciya gihandina petrolê ji bo başûrê Iraqê wê kêm bibe. Em ê mifayê ji şandina petrola Kerûkê bibînin, Petrol jî wê bi rêya tankeran bê şandin heya ku boriya şandina petrolê ji Kerkûkê heya Îranê bidawî bibe. Projeyê xeta borî ya petrola Kerkûkê wê di demeke nêzîk de were destpêkirin."
Ev nûçe 488 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din