Te mayîna dij serxwebûnê teqand

Te mayîna dij serxwebûnê teqand

Zeynel Abidîn

A+A-

Heval, te mayîna dij serxwebûnê teqand

Dizanim çi binivîsim dê kêm bimîne, çi qas bigrîm jî ev bîra bi xwîn ya dilê min wê tijî nebe. Lê ez ji keniya te ya birîndar fêr bûme ku girîn karê mêrên xas e, jiber ku yên digrîn dikarin xwedî xîret bin, yên digrîn dikarin hez bikin, dikarin ji bo jiyandina evînê û rizgarkirina hestên sêwî yên zarokên ku di nav şewatan de bê evîn mayî şer bikin. 
Eynî wek te heval...
Hemin ez dê di vê nameyê de behsa lehengiya te nekim, behsa dilsoziya te, ji dil û can evîndariya te ya bo milet û welatê xwe, nekim. Ji hedê min der e, jiyana te ya bi bager û bi tenê peyva te ya di derbarê vê jiyanê de têrê her tiştî dike.

"Ez sewtanê „Tirkiyeya Demokratîk" ceng nêkeno, ez incax û incax sewtanê „Kurdistana Serxobiyenî" ceng keno. Canê mi ke ez rayê tirk û ereb û faris de bidêrî çîno. Jû canê mi esto û o kî ez dan miletê Kurd ke ê azadî û serxobiyena xo qezenc bikêrî."

Lê dixwezim tiiştekî li ser vê gotina te bêjim, ev yek hedê min der nîn e: 
Doktor Silêman êdî ne kesekî ye, ew xeteke siyasî ya nû ye, ku bi canfedayî peyamek da miletê xwe, ku ji bakûr berev başûr, ji rojava berev rojhilat, bes Kurdek jî nemîne ku ji bo dagirkeran bihête xerckirin; eger pêwîst be bi tenê ji bo Kurdistana Serbixwe giyanê xwe bide vê axa pîroz. Erka me jiyandin û pêşxistina vê xeta netewî ya Şehîd General Seîd Çurukkaya ye...
Lê merameke min din jî heye û gelek cûda ye heval, ez digrîm, lê baş dizanim ku a niha giyanê te jî digrî. Ez dê behsa vê kiryara min û giyanê te yê birîndar bikim hinek. 
Lê dixwezim berî te agedar bikim, ku her çi qas te ew keniya xwe ya bi jan û ew hêviya xwe ya parçe parçebûyî bigrî û bi tenê serê xwe berev karvana giyanpakên Kurdistana xwe biçî jî, divê tu bizanîbî ku bi rastî tu ne bi tenê yî. Temam, ez te fêm dikim, di welatekî ku bi deh hezaran şehîd û qurbanî dide de ev peyîv ji devê her kesek dihête bihîstin, gûhê her kesek jî hînê van peyvan bûne.

Lê bi navê hemî nemirên bêax û bê qebir mayî sund dixwînim ku ev peyva min vê carê bi tenê rastiyeke bi qewlê xwe ye; tu ne bi tenê yî, jiber ku çûna te ew car wisa ji nav kemendên dilên Kurdên birîndar mayî qetiya û berev asîmanê dilê her Kurdek xwedî hest û hizra mirovbûnê ronahiyeke wisa janîn û birqîn danî, ku a niha tu sax bûyayî û te mêze rewşa xemgîrî ya bi hezaran canên wêranbûyî bidîta, belkî te jî jiber vê evîna li gel te hatiye jiyandin bigiriyayî û heta te xwe bi xwe sûcdariyeke mezin hîs kiriba ku te eynen wisa bigota; "çima belê çima ez bi carekê ve mirim, çima ez ji bo vî miletê xwedî rimz û nîşana hemî mirovayetiyê her roj bîst çar caran namrim?" 

Heval, dizanim, tu rêwiyekî rastiya tarîkirî bûyî, armanca te ne bi tenê ronîkirina rastiyan bû, eger wisa bûya ji wan bi hezaran hatin û çûn, lê di dawiyê de ew bixwe JÎ di nav wan rastiya ku dixwestin ronî bikin, wek lambeyeke vemirî bûN tariya derewên xwe. Jiber ku di nav miletekî wisa ji binî re hatiye perçixandin û pelixandin de ezbûna xwe, jiyana wek xwe û tenezûl nekirina li ber pîs û gemriya xelkî, zehmet e. Bifikire, ku ev milet neşiyaye fêylesofê yekemîn yê vê cîhanê yê ku ji nav axên Kurdistan derketiye û bûye serekeyek bîr û ramana mirovayetiyê xwedî derkeve û ew kes bîzatîhî wek fêylesofekî neyarê xwe hatiye pejirandin. Bifikire fermandarê herî mezin yê vê dunyayê her çi qas Kurd be jî, ji bilî Kurdan ji aliyê hemî miletan hatiye şanazkirin, her dewlet û samanek qewman jê sûd wergirtine, lê yên di herî dawiyê de ew naskiriye jî dîsa em bûne.

Bifikire, ku di dunyayê de yek û tek serokekî asîlzade û xwedî milk û mewdan û dewlemendiyeke bê serî û bê dawî hemî jiyana xwe li ser pişta hespê xwe derbas kiriye, çiyan ji xwe re kiriye nivîn, baranê ji xwe re kiriye lehîf û kevir û zinarên serêjoran jî jixwe re kiriye balgî û meterîs; belê ew însanê ku li ber çavê wî birayê wî hatiye bidarvekirin û ew kes hemî mal û mewdan, bi tevî qewmê xwe pêncî salan li dij dagirkeran şer kiriye û îro di saya wî de em xwedî axeke rizgarkirî ne; belê hîna ev nemir jî bi heq û mafê xwe ve bes ji aliyê qewmê xwe nehatiye naskirin û nirxdanan. Bifikire ey heval, çep û rastên me, rêbir, şêlanger, diz û mişextên xelkî girtine li serî vî miletê mezlûm kirine tac, lê nehatiye bîra wan ku nirxên wisa mezin û nadîde di nav vî miletî xwe de heye. 

Jiber çi ye gelo? 
Heval, ev milet hatiye pelixandin, bê dewlet maye, hem jî bi dehan sal bêxwedî û bêsazî... Yanê ev milet sêwî maye û xwebiçûk dîtin bûye karektera sereke ya wî. Lê esil gunehkarî ew e ku yên bi navê serkirdayetî û rêberî ev milet dimeşînin, belkî hin caran ji dagirkeran jî zêdetir ev milet biçûk dîtine û jiber vê yekê nirxên xwe nezanîne û eger bizane jî nekariye lê xwedî derkeve. 

Bifkire, ev sedsala çûyî em tam mîlyoneke Kurd hatine tunekirin, karesata herî mezin ya vê sedsalê li ser qewmê me derbas bûye û bes sedemeke vê heye; bêdewlet bûn; ey heval bifikire, ku yên bi mîlyonan hatin jenosîdkirin û bidewletbûneke çêkirî be jî dawî li karesata xwe anîn, lê hin hêz û qaşo rêxistinên Kurd hîna jî bi teorî û bîrdoziyên sexte û çêkirî roj û şev propagandaya bêdewletbûnê dikin; evê bi ûslûbeke wisa kirêt û xirab dikin, ku li orta çavên dê û bavên bêzarok mayî, li nav çavên xemgîn yên zarokên bê dê û bav mayî mêze dikin û mîna ku bi wan re henekê xwe dikin û wisa dibêjin; "Dewleta netewî koletî ye û em di her çar parçeyên Kurdistanê de jî dijî serxwebûna Kurdistanê ne." Heta hîna jî me bêfêm dihesibînin, ku bi aşkere dikarin vê yekê bêjin; "Eger felsefe û îdeolojiya me ya bilind nebe çar parçe Kurdistan dibe yek û Kurdan serxwebûna xwe bi dest dixînin." Bifikire ey heval, ew bi vekirî vê xeflet, delalet û heta xiyaneta xwe her roj di hemî saziyên medyayên xwe de dubare dikin, sêbare dikin, çil bare dikin lê dîsa jî bi dehan, bi sedan keç û kurên me yên virnî, zarokên me yên qurbanî bi destên wan dihêne avêtin ber tank û topên dagirkeran, bi tevî wan gund û bajarên me jî dihêne tunekirin. Bifikire ey heval, di nav salekê de bi deh hezaran însanên me bêsedem û bê armanc dihêne kuştin, û qet purteke serkirdeyên tevgera "Kurd" ya li ser tunekirina Kurdan hatiye avakirin naleqe. 

Eve jiber vê yekê ez ji te re dibêjim, ey fermandarê serxwebûnê, ey lehengê netewî, ey şoreşger û welatperwerê rast û dirûst, ey evîndarê welatê xwe, ey Doktor Silêman, bawer bike ji Yezdanê dilovan û mîhrîban, ev car çûna te pir cûda ye, ev car bi rastî tu ne bi tenê yî, ev car bi rastî tu nemir î? 

 

Bêjim çima?
Bo mînak, a niha ji Qeladizê heta Zaxo, ji Dêrsim heta Mahabad, ji Amed heta Qamişlo bi mîlyonan Kurd çîroka te ya janîn lê ew qas jî bi şanaz dizanin û di dilê her yek de mirina te bûye nemirin, vegera te bûya serdaneke evrayî ya bo axên pîroz yên Kurdistana serbixwe û yekgirtî. Belê di vî welatî de her roj bi dehan şehîd çê dibin, bi dehan şervanên leheng û dilsoz bi xwîneke pakij vê axê av didin; lê ew kêmasiya ku me di oxirkirina şehîdên xwe de dijiyan, yanê wateya şehîdbûnê ya ku esil sedema çûna wan ya nav rehma axên pîroz nedikarî bi têra xwe vebêjin, belê, bi vê çûna te ya bêdawî ev kêmasî tunebû, ev xeflet û dîrega bêbextiya li gel welatê xwe hat şikandin. Ma dizanî çima ey heval? Jiber ku cara yekem e ku miletê Kurd bi çûna te peyvekê bikar dihîne, peyvên nû dikeve nav mejiyê vî miletê qedîm: 

Lehengê Netewî
Fermandarê Serxwebûnê
General Seîd Çurukkaya
Kurê Bixêr yê Kurdistanê Doktor Silêman...

Ka binihêre ey heval, ma di van hemiyan de tu yek bi yek, kûr be kûr hesteke zexm û zelal ya hest û hizra dewletbûne dibînî yan na? 

Belê tu kesek mûtewazî bûyî, ez dizanim ku dilê te çi qas nizm bû; lê tu kesek pir baqil bû jî; bi navê evîndara her mezin ka sund bixwe, ma vegera te ji bo ew tişt nebû, ku tu di nava vî şerê mezin û bêsînor de hest û ramaneke dewletî biafirînî? Ma te ji bo çi pûçkirina mayînan danîbû pêşberiya xwe? Ma te bi tenê pisporiya wê yekê dikir; yan pakijkirina mayînan eslen bi her aweyî nîşana daxweza dewletbûnê ye. Jiber ku yên dixwezin te bê dewlet bihêlin, mayînan tijî axên te dikin ma ne? Û esil bi wan maymînan ve ne bi tenê axa Kurdistanê, lê esil gelek di nav serê rewşenbîr, siyasetvan û qaşo serkirdeyên ji derve çêkirî jî de mayînên wan dewletên dagirkeran hatibûn veşartin.

Te b i hezaran mayîn derxistin ji nava axa welatê xwe, bi hezaran car te mirin girtin nav hembêza xwe, gava mayîn ji axê derket, mirin jî ji hembêza te derdiket; lê esil belkî qet haya te jê nebû, di her derketina mayînan ji axê, û mirina jî ji hembêza te, belê di heman wê demê de ser û dilê serkirdeyek çêkirî jî mayînên dagirkeran yên ku li dij dewletbûna Kurd hatibûn veşartin derdiketin; eger derneketiban jî, di wan seriyên gêj û bê rih de diteqiyan. 

Evan tiştan bi carekê ve nayên dîtin, lê di dawiyê de, yanê piştî vegera te ya berev welat, te çiqas û çendîn caran tirs û xetera bi hezaran mayînan jiyayîbî, bizane ku di her carî de di ser û dilê sexte yên serkirdeyên Kurd de jî ew mayînên dij dewletbûna Kurdan teqiya teqiya teqiya û belê, mixabin ev rastiyeke bi êş e, bi teqîna mayîna dawî ya ku bû sedama çûna te; belê heval ew mayîn niha yek bi yek di hemî mejî û ramanên keç û kurên Kurdan de diqete û ew dê êdî bîrsazî û bîrdoziyên sexte yên dij dewletbûna Kurdan dest bi înfilaqê dike. Mixabin heval, mixabin generalê netewî, Yezdanê dilovan te da û di dêlva te de mejiyên ji aliyê hizrên dagirkeran mayînkirî dest bi pakijiyê kir. 
Ji vê îro û pê ve ey fermandarê min, êdî mayîn ne bi tenê di axên Kurdistanê de, di mejiyên miletê Kurd de jî biteqin û bawer bike, hemî kemîn, derew û pîlanên bi gemar yên li dij derfata serxwebûna Kurdistanê yek bi yek bihêtin pûç kirin; û tu dizanî di vê înfîlaqa hanê de mora te çi qas mezin e, cîhê te çi qas giran e, û esil em qet teselî nebin jî, a niha giyanê te bi vê serkeftina netewî û niştimanî de çi qas dilşad be?

Belê evê ez jî dizanim, tu jî dizanî û ev miletê mezin yê ku ji îro û pê ve bi tenê berev dewleteke serbixwe û Kurdistaneke yekbûyî bimeşe jî dizane. 
Bawer bike bi tenê ev zanîn jî me dikare bike xwedî tehamûl û berxwedana êşên ku te û bi hezaran hevalên te yên giyanpak bi me dan kişandin...

Çi bêjim heval, tu bi çûyîna xwe ve jî tiştekî hatiye vemirandin didî vejiyandin: 
Hesta dewletbûnê û xîreta Kurdayetiyê 
Jiber vê ye te gotibû;

Min bo "Komarêkî turkiyaî dêmukiratîk" şer nakem. Teniya û teniya bo drûst bûnî "Kurdistanêkî Serbexo" şer dekem. Min bo dîmukiratîbûnî turk, fars û ereban, giyanî xom fîda nakem. Giyanêkm heye û be teniya bo ewey Kurdistan bigate serbexoyî û azadî, fîday dekem.

Jiber vê ye ez dibêjim

Tu nemirî heval 
Pêşmerge nemir e
Pêşmerge mezin e ji mirinê
Bijî Pêşmerge 
Bijî Fermadarê Serxwebûnê 
Bijî Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin