Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin

Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin

.

A+A-

Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Navbera Bajaran a Amedê (DÎŞTÎ) bê guherandin. Yek ji îdiayên ku tê gotin jî; qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê erseya otogarê ya bihayê wê 350 milyon TL ye, bi 150 milyon TL'yî bifiroşe Weqfa Orfîoglûyê. 

Tê gotin ku dê cihê Termînala Otobêsan a Navbera Bajaran a Amedê (DÎŞTÎ) bê guherandin. Li gor îdiayan, dê termînal li derveyî bajêr bê çêkirin. 
 
ERD Ê WEQFA ORFÎOGLÛYÊ YE 
 
Tapoya otogarê aydê Weqfa Orfîoglû ye. weqfa navbirî di dema Qanûnî de hatiye avakirin. Li gor peymana ku bi weqfê re hatibû çêkirin projeya termînalê di sala 1996'an de hatibû çêkirin û di sala 1998'an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin û di sala 2006'an de jî dest bi xizmetê kiribû. 
 
FIYETÊ WÊ YÊ NIHA 350 MILYON TL YE 
 
Li gor piyaseyê fiyetê erseya termînalê ku 120 hezar metrekare ye, 350 milyon TL ye. Rêvebiriya weqfê ji bo erseya otogarê ya ku tapo aydê wê ye tahsîsî wê bê kirin, hevdîtin bi qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû re çêkiriye. 
 
150 MILYON TL HAT TEKLÎFKIRIN! 
 
Li gor tê gotin, ji bo termînal bê valakirin û cihê wê bê guhertin rêvebiriya weqfê 150 milyon TL pêşniyazîqeyûmê kiriye. Hat hînbûn ku ev pêşniyazî li gor dilê Karaloglû ye jî. 
 
CIHÊ NÛ KÊLEKA GIRTÎGEHÊ YE 
 
Heger bi vî awayî li hev bikin dê cihê DÎŞTÎ'yê biguhere. Cihê nû yê ji bo termînalê jî li derdora Girtîgeha Tîpa D'yê ya li ser rêya Amed-Xarpêt-Rihayê hatiye diyarkirin. Erseya dê termînala nû lê bê çêkirin aydê Şaredariya Bajarê Mezin e û nêzî 300 hezar metrekare ye. 
 
QEYÛM XWEDIYÊ DIKANAN DABÛ BER ÎCRAYÊ 
 
42 hezar metrekareyê cihê termînala heyî tê bikaranîn û ji sedî 75'ê dikanên DÎŞTÎ'yê aydê şaredariyê û ji sedî 25 jê jî aydê Weqfa Orfîoglûyê ne. 52 dikan li termînalê hene. Xwediyê 20 dikanan di dema pandemiyê de ji ber nebûna kar 11 mehan kirê nedabûn û  ji ber vê rêvebiriya qeyûm ew dabûn ber îcrayê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin