• Diyarbakır 18 °C
  • Batman 16 °C
  • Hakkari 13 °C
  • Şırnak 18 °C
  • Ağrı 9 °C

”Te çawa cilên xwe yên reş derxist û kefenê sipî li xwe kir!”

”Te çawa cilên xwe yên reş derxist û kefenê sipî li xwe kir!”
Îro li Stockholmê tazîye û bîranîna Mistefa Gazî çêbû.Bi sedan kes beşdarî bîranîna wî bûn.

2-016.jpgÎro li Stockholmê tazîye û bîranîna Mistefa Gazî (Seyda) hate çêkirin. Li gel komek nivîskar û hunermend û siyasetmedaran gelek kes beşdarî bîranîna Seyda bûn. Di bîranîn û tazîyeyê de behsa jiyan û berhemên wî hate kirin. Bîranîn bi pêşkêşîya Leyla Yeşîl bi van rêzan ”Te çawa ew cilên xwe yên reş ji xwe kir û kefenê sipî li xwe kir û terka me da!” ku demeke dûr û dirêj e Mistefa Gazî nas dike dest pê kir. Piştî rêzgirtina ji bo Mistefa Gazî û hemû şehîdên Kurdistanê, Haydar Diljen, Lamia Torunlu  li ser Mistefa Gazî axifîn. Mesaja  Mustafa Kalpak ku 45 sal e hevalê wî ye, hate xwendin, pişt re hevjîna Mahmûd Lewendî, P. M. Esmeroglu bi nivîsekê  hest û dîtinên xwe anî ziman. Di bîranînê de li gel slaytên foto û berhemên Mistefa Gazî her weha stranên ku wî bi xwe çêkirine jî hatin pêşkêş kirin.

1-013.jpg4-006.jpg3a-003.jpg

Ev nûçe 3148 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din