TDK-Tevgerê civîna xwe ya Swêdê pêk anî!

TDK-Tevgerê civîna xwe ya Swêdê pêk anî!

.

A+A-

TDK-Tevgerê civîna xwe ya Swêdê di 19 hezîrana 2022ê de, li Stockholmê pêk anî. Civîn di bin Alaya Kurdistanê, bi sirûda netweyî Ey Raqîb û rêzgirtina ji bo pakrewanên Kurdistanê hate vekirin.
Piştî qebûlkirina rojeva civînê, mesaja hevalên welêt û Komîteya Ewropayê ya Tevgerê hate xwendin. Di civînê de, li gorî xalên rojevê aghadarî li ser xebatên nav welêt, dervayî welêt û xebata hevkarîya navbêna sê partî û rêxistinan, PAK, PSK û TDK-Tevgerê agahdarî hatin pêşkêşkirin. Li ser rewşa van xebatan gotûbêj û nirxandinên berfireh û berhemdar hatin kirin.

Civîna Swêdê, pirsa yekitî û hevkarîyên li ser xeta neteweyî û demokratîk, weke pirseke sereke ya tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê nirxand. Di vî warî de, civînê bal kişand ser girîngîya xebat û hewildanên hevbeş yên nav PAK, PSK û TDK-Tevgerê û diyar kir ku di vî warî de, çi bikeve ser milên rêxistina TDK-Tevgerê ya Swêdê, ew dê pêk bîne.

Her weha civînê, li ser girîngîya xebata vejandin û geşkirina xebata TDK Tevgerê rawestîya; vizyon, biryar û pêşniyarên Konferansa Ewropayê ya TDK-Tevgerê bi girîngî nirxand. Di vê çerçoweyê de, civînê diyar kir ku ew dê herêma Swêdê ya TDK-Tevgerê ji bo pêkanîna biryar û pêşniyarên Kongreya Ewropayê, hewil bide û bixbite.

Civîna Swêdê bi awayekî berfireh li ser rewşa xebatên siyasî, civakî, çandî û rêxistinî yên kurdên Swêdê rawestîya û bi awayekî giştî bal kişand ser girîngîya rola xebata kurdên Ewopayê û Swêdê. Di civînê de, bi taybetî li ser pirs û pirsgirêkên malbat, zarok û ciwanên kurdên li Swêdê hate rawestandin û ji bo xebat û çalakîyên di vî warî de pêşnîyar û rêyên çareserîyê hatin pêşniyarkirin. Di encamê nirxandin û gotûbêjên li ser rewşa Swêdê, civînê program û nexşerêya xebatên rêxistina TDK-Tevgerê ya Swêdê tespît kir û di vî warî de Komîteya Swêdê desthilatdar kir.

Di civînê de hate diyarkirin ku divê rêxistina TDK-Tevgerê ya Swêdê, bi dost, hogir û kesayetîyên siyasî û welatperwer re; bi partî, rêxistin û dezgehên neteweyî û kulturî re pêwendîyên xwe xurtir û geştir bike. Divê rêxistina TDK-Tevgerê ya Swêdê ne weke rêxistineke klasîk tevbigere û xebatên xwe yên siyasî, demokratîk û kulturî tenê bi endamên xwe ve sînor neke; her weha divê ew bi dost û hogirên xwe re jî kar û xebatên cihêreng bike û nerîn û pêşnîyarên wan bide ber çavan.

Civîna Swêdê ya TDK-Tevgerê, bi hilbijartina Komîteya Swêdê û wegirtina hinek biryarên girîng bi dawî hat.

Bijî xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokrtatîk!

Bijî xebat û têkoşîna ji bo yekitî, hevkarî û hevahengîya li ser xeteke neteweyî, deomratîk û Kurdistanî!

TDK- TEVGER
Komîteya Swêdê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin