TCK:  “Divê miletê kurd ne sed saleke din deqeyek din bindestiyê qebûl neke”

TCK: “Divê miletê kurd ne sed saleke din deqeyek din bindestiyê qebûl neke”

Divê miletê kurd ne sed saleke din deqeyek din bindestiyê qebûl neke. Divê miletê kurd li hember dijminên Kurdistanê û peymanên ku Kurdistanê perçe kirine helwesta xwe nîşan bide

A+A-

06.05.2016 Tevgera Ciwanên Kurdistanê(TCK) di derbarê Peymana Sykes-Pîcotê beyanake derxist di beyanê de dibêje; Divê miletê kurd ne sed saleke din deqeyek din bindestiyê qebûl neke. Divê miletê kurd li hember dijminên Kurdistanê û peymanên ku Kurdistanê perçe kirine helwesta xwe nîşan bide. Divê di sed saliya Peymana Sykes-Pîcotê de miletê Kurd bi yek dengî wê peymanê nelet bike.

Bi minasebeta sed saliya Peymana Sykes-Pîcotê Kurdên ku li Ewropa dijîn wê li Elmanya li bajarê Heumarkt-Kolnê 14. Gulan 2016 saet 13:00 de meşeke li dar bixin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê di serî de endam û dilxwazên Tevgerê bangî hemû Kurdên ku li Ewropayê dijîn dikin ku di 14ê gulanê de ji bo neletkirina Peymana Sykes-Pîcotê beşdarî meşa Kolnê bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin