Tava kurmancîya ciwanan li Stockholmê hilhat

Tava kurmancîya ciwanan li Stockholmê hilhat

Perîn M. Esmeroglu

A+A-

J. Îhsan Espar, Nivîsên Xwendekaran –ji dersên kurdî, Weşanên APEC, Stokholm, 2017

 

”Nivîsên Xwendekaran” pirtûkeke nû ya perwerdeyê ye.  Pirtûk ji du beşan pêk hatîye, di beşê yekem de nivîskar li ser perwerde û zimanê dayikê radiweste, di beşê duwem de jî berhemên xwendekaran bi xwe cih digire.

Pirtûkekeke 245 rûpelî ya xort û ciwanên ji gelek deverên kurdan.  Ez bi rîya vê berhemê gav bi gav li gelek herêm û deverên cuda yên Kurdistanê gerîyam, rastî gelek devokên cuda û xweş hatim.

Ciwan û xwendekarên kurd ên Stokholmê bi wêneyên xwe yên delal û xweşik pirtûk xemilandine.

Bi novel û hevpeyivîn û portre û hêvîyên xwe yên paşerojê û nivîsên xwe yên din pirtûk zengîntir kirine.

Dema ku meriv dixwîne gelek hissên cuda dide merivan.  Meriv bi xwendina berhemên wan, bêtir wan ciwanan fam dike ku çawa difikirin, bi çavekî çawa li jîyanê mêze dikin, awayê rexneyên wan çawa ye, rexne li çi digrin, ji bo paşeroja xwe çi difikirin, Kurdistanê çawa dibînin.

Dîyalogên di navbera wan û malbatê de, pirs û meraqên wan, xwarin û awayê jîyana wan, çîrokên ku ji dê û bavê xwe, ji pîrik û kalikên xwe guhdarî kirine,hobby û çalakîyên wan meriv di nivîsên wan de dibîne. Bawer im her kesê ku vê berhemê bixwîne piçek be jî ew ê xwe têde bibîne.

 

Rêzdar J. Îhsan Espar di beşê pêşî de ji salên 1960î heta îro li Swêdê behsa perwerdeya zimanê dayikê dike ku ji wê rojê heta îro çawa û bi çi guhertinan hatîye heta vê rojê. Bo nimûne: rol û fonksîyona ziman, tesîra zimanê piranîyê li ser zimanê hindikayîyan.  Zarokên ku bi du zimanan mezin dibin, di warê ziman de pêwendîya di navbera malbat û zarokan de.  Zarok bi kîjan zimanî bi dîya xwe re û bi kîjan zimanî bi bavê xwe re û bi kîjan zimanî bi xuşk û birayên xwe re diaxife? Nivîskar bi awayekî pir xweş behsa metodên xwendin, nivisandin û fêrbûna ziman  dike. Bi min nivîskar di vî warî de bi ser ketîye.

Ez li vir keda Weşanxaneya APECê û xwedîyê wê yê hêja Alî Ciftcî jî pîroz dikim ku heta îro bi sedan pirtûkên kurdî derxistîye û pêşkêşî me kirîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin