Tanrikulu: Ji ber Kurd bûn derbarê bûyerê de lêkolîn nehat kirin

Tanrikulu: Ji ber Kurd bûn derbarê bûyerê de lêkolîn nehat kirin

.

A+A-

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu ji ber derbarê bûyera avêtina xwarê ya du welatiyên Bakurê Kurdistanê ji helîkopterê lêkolîn nehatiye kirin de, rexneyên dijwar li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar girtin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu di bernameyekî televizyonî de da zanîn ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar derbarê bûyera avêtina ji helîkopterê û êşkencekirina Osman Şiban û Servet Turgut de ku du welatiyên bajarokê Şaxê ser bi parêzgeha Wanê ne bersiva wî daye û gotiye, ti zanyarî, belge û tomarek nîne rastiya bûyerê piştrast bike.

Tanrikulu got: “Min derbarê bûyera bajarokê Şaxê yê Wanê de pirsyar kir ku ji aliyê leşkeran ve hatibûn desteserkirin. Welatiyekî me bi giranî birîndar bû û yê din canê xwe ji dest da. Min pirsyar ji Wezîrê Berevaniyê kir. Helîkopter di bin berpirsyariya Wezareta Berevaniyê de ye. Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar bi hevokekê bersiv da û nivîsiye, di vê derbarê de li wezareta me ti zanyarî, belge û tomarek nîne.”

Tanrikulu amaje bi wê yekê da ku tenê bi hevokekê bersiva wî daye û got: “Wek bibêje li wê navçeyê operasyona serbazî nebûye û ew helîkopter jî ne helîkoptera Komara Tirkiyê bûye. Wek wêya bi sedan serbaz beşdarî êşkencekirina wan kesan nebûbin.”

Parlamenterê CHPê da zanîn ku hevoka Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar nerîna hikûmeta Tirkiyê ya derbarê mafên mirov de pêşan dide û got: “Di bersiva xwe de negot lêkolîn derbarê bûyerê de tê kirin û ji aliyê dadgeran ve bi awayekî dadperwerane lêkolîna îdarî destpê kiriye. Yê miriye kî ye? Kurdekî temen 60 salî ye. Negot lêkolînê destpê kiriye, ji ber kesê miriye welatiyekî Kurd ê xelkê bajarokê Şaxê ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin