Tanrikûlû: Di Sibatê de li girtîgehan 62 kes rastî îşkenceyê hatine

Tanrikûlû: Di Sibatê de li girtîgehan 62 kes rastî îşkenceyê hatine

.

A+A-

Li gorî rapora Sezgîn Tanrîkûlû, Parlamenterê CHPyê di meha borî de mafên jiyanî yên 176 kesî hatiye binpêkirin, 434 kes rastî îşkence û miemileya xirap hatine û polîsan herî kêm midaxeleyî 24 çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê kirine.

Sezgîn Tanrikûlû. Wekîlê Serokê Komîsyona lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Parlamenterê Stenbolê ê Partiya Gel a Komarî(CHP) Rapora xwe ya Binpêkirina Mafan a Sibat 2021ê aşkere kiriye.

Tanrikûlû di rapora xwe de cîh daye “çeteleya tûndkariya mêran” a bîanetê û diyar kiriye ku di vê mehê de mafên jiyanî yên 176 kesî hatiye binpêkirin û 434 kes rastî îşkence û miemileya xirap hatine.

Daneyên ku di raporê de hatiye belavkirin weha ne:

Binpêkirinên mafên jiyanî

o   Di Girtîgehan de Mirin: 5

o   Kuştina Jinan: 33

o   Kuştinên Di Dema Karî de: 138

o   Tevde: 176

Bûyerên îşkenceyî

o   Îşkence: 372

o   Îşkence û Miemeleya Xirap Li Girtîgehan: 62

o   Tevde: 434 

Binpêkirina mafê azadiya derbirînê

o   Rojnameger, nivîskar û weşangerên ceza xwerî: 7

o   Rojnamegerên girtî: 1

o   Rojnamegerên desteserkirî: 9

o   Rojnamegerên ku lêpirsîn / doz lê hatine vekirin: 12

(8 doz, 4 lêpirsîn)

o   Êrişên li dijî rojnamegeran: 2

o   Birayên girtin û astengkirin û cezakirina weşanan: 196 

(192 internet, 3 biryarê RTUKê, 1 komkirina pirtûkan)

o   Kesên ku ji ber derbirîna ramanî hatine desteserkirin û girtin: 45

(42 desteserkirin, 3 girtin)

o   Kesên ku ji ber derbirîna ramanî ceza xwerine: 8

(5 jê medya civakî)

Azadiya birêxistinbûne

o   Rêveberên partiye, parlamenter û şaredarên hatine girtin: 12

o   Rêveberên partiye, parlamenter û şaredarên cezaxwerî: 41

o   Mixtarî û şaredariyên ku qeyûm tayin kirine: 2

o   Rêxistinên pîşeyî, komele û partiyên serdegirtî: 4

o   Biryara girtinê: 1

Azadiya xwenpêşandan û civînê

o   Çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê yên hatine midaxelekirin: 24

o   Şano, xwepêşandan û bernameyên hatine qedexekirin: 17

o   Bajarên ku çalaki û bername lê hatine qedexekirin: 13 (2 jê navçeye)

o   Kesên ku di dema daxuyaniya çapemenîyê, bername û çalakiyan de hatine desteserkirin û girtin: 731

o   Kesên ku di dema daxuyaniya çapemenîyê, bername û çalakiyan de ceza xwerine: 1

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin