Tanrikulu: Dadgehê di doza Tahir Elçî de kêmasiyên xwe qebûl kir

Tanrikulu: Dadgehê di doza Tahir Elçî de kêmasiyên xwe qebûl kir

.

A+A-

Di 14ê Tîrmehê de 3yemîn gera doza Tahîr Elçî li Diyarbekirê bi beşdariya parêzerên Tahîr Elçî, serok û rêvebirên Baroyên li Bakurê Kurdistanê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û çavdêrên ji dadgeha Ewropayê birêve çû. 

 Di 14ê Tîrmehê de 3yemîn gera doza Tahîr Elçî li Diyarbekirê bi beşdariya parêzerên Tahîr Elçî, serok û rêvebirên Baroyên li Bakurê Kurdistanê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û çavdêrên ji dadgeha Ewropayê birêve çû. Hiqûqnas û mafparêzan, piştî ku sêyemîn rûniştina dozê bi dawî hat û doz ji bo 12 Rêbendana 2022’an hat taloqkirin, daxuyaniyek belav kirin.

Piştî ku li 10emîn dadgeha Diyarbekirê 3yemîn gera doza Tahîr Elçî birêve çû, yek ji parêzera Tahîr Elçî Reyhan Yalçin, daxuyand ku gera sêyemîn gelek sûdbexş derbas bûye û dadgehê kêmasî û xeletiyên xwe yên berê qebûl kiriye û biryara ku lêkolîn û lêpirsîneke karîger bê kirin daye. Loma jî vê rûniştinê girîng dinirxînin.

Serokê berê yê Baroya Diyarekirê û Mafparêz Sezgîn Tanrikûlû ragihand helwesteke ku kiriyarên kuştina Tahîr Elçî bên pakkirin û tawanbarên nû bên peyda kirin, ji aliyê dozgerê berê û hêzên ewlehiyê ve hatiye dayîn, lê encamên vê rûniştînê hêviyên ku encamên li gor pîvanên hiqûqî bên dayîn peyda kiriye.

Sezgîn Tanrikûlû got: “Di vê rûniştinê de şahidên bûyerê hatin godarîkirin, lê ewên ku wek şahidê bûyerê îfadeya wan hatine wergirtin, ragihandin ku ew îfade bi darê zorê ji wan hatine sitendin û di rastî de nizanin ku bûyer çawa çêbûye. Di vir de aşkere dibe ku hewleke ji bo jehrîkirina dozê û reşkirina dîyardeyan hatiye dayîn û hatiye xwestin ku berpirsên bûyerê bên pak kirin û berê dozê bê guhartin. Di gera sêyemîn de hem van rastiyan derketin holê, hem jî dadgehê kêmasiyên xwe qebûl kir, loma jî hêviya me heye ku doz li ser hiqûqê bê meşandin.”

Hiqûqnasan bal kişandin ser wê yekê ku yekem car di sêyemîn rûniştina doza Tahîr Elçî de, daxwazên parêzeran yên li ser kêmasiyên hiqûqî û kêmasiyên lêpirsîn û lêkolînê qebûl kiriye.

Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses jî anî ziman ku di gera sêyem de, pêşketinên girîng çê bûne û gelek daxwazên parêzeran ku dê buyerê ronî bike jî hatine qebûl kirin. Şenses da zanîn ku heger ew kêmasî bên têkûz kirin û diyarde bên derxistin dê berê dozê jî bi awayekî erênî biguhêre.

Erkan Şenses ji K24ê re eşkere kir: “Daxwazên me yên ku me dixwest doz bê berfireh kirin hat pejirandin û dadgehê li gel ku 5 sal e me van daxwaza kiriye jî, têkûz nekirina wan daxwazên hiqûqî jî wek kêmasiya dozger ragihand. Bi taybet ew kamera û vîdoyên hatibûn kişandin de, hin tiştên bi guman hene, biryara ku lêkolîn li ser wan jî bê kirin hat dayîn. Yanî rûniştina îro hêviya ku lêkolîn û lêpirsîneke karîger bê kirin û buyer bê ronî  kirin daye me. Emê şôpînerê dozê bin heta ku bê ronîkririn.”

Doza kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî piştî 4 sal û 6’an di 21’ê Cotmeha 2020’an de hatibû vekirin û rûniştina duyemîn jî di 3’ê Adara 2021’n de hatibû kirin. Doz di rûniştina sêyem de jî ji bo 12’ê Rêbendana 2022’an hat taloq kirin. 

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin