Talîbanê Tirkiyê tehdîd kir û heya 11 ê êlûnê wext da

Talîbanê Tirkiyê tehdîd kir û heya 11 ê êlûnê wext da

.

A+A-

Piştî hêzên NATO yê yên di bin serpereştiya Amerîkayê de terka Afxansitanê kirin, Talîbanê ragihand ku her hêza biyanî li Afxanistanê bimîne, bo wan dagirkere û dê wan dagirker qebûl bike.

Tirkiye bi Amerîkayê re lihev kiribû ku ewlehiya balafirgeha Kabîlê ya bi navê Hemîd Karzaî bike û li gor beyana Talîbanê; li ser mayîna leşkerên Tirkiyê li balafirgehê weka tehdîd hat qebûl kirin.

Piştî temamê welatan plan kirin da hêzên xwe ji Afxanistanê vekişînin, hatibû gotin ku Tirkiyê qebûl kiriye bi bihayê 130 mîlyon dolarî li Kabîlê bimîne.

Talîbanê bo BBC yê ragihandibû ku piştî êlûnê her leşkerê biyanî ku li Afxanistanê bimîne, dê mûameleya dagirkeriyê pê re bêkirin. Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahin weha gotibû:

“Temamê hêzên biyanî, sozdayî, şêwirmend, perwerdekar divê ji Afxanistanê vekişin ji ber ew hemû perçeyekî ji yên dagirkeriyê ne.”

Hezar leşker ku piraniya wan Amerîkîne bo parastina sefaretan û balafirgeha Kabîlê dibe bimînin. Hevdîtinên bo parastina balafirgeha Kabîlê di navbera Tirkiyê û Washingtonê de dewam dikin.

Berdevkê Talîbanê Şahin ragihand ku dê êrîşê ser dîplomatan, biyaniyên sîvîl û rêxistinên sîvîl yên civakî nekin lewra pêdiviya wan bi parastinê tineye. Berdevk Şahîn weha got:

“Em li hemberê temamê hêzên leşkerî yên biyanîne. Ne li hemberê dîlomatan, rêxistinên sîvîl û xebatkarên wan in. Rêxistinên sîvîl û konsulxane dixebitin. Pêdiviya xelkê me bi wan heye. Em bo wan tehdîdan çênakin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin