Talîbanê dest danî ser bajarê Geznîyê

Talîbanê dest danî ser bajarê Geznîyê

.

A+A-

 Talîbanê dest danî ser bajarê Geznî yê 150 k.m li başûrê rojhilatê Kabulê.

Serokê Encûmena Wîlayetê Nasir Feqîrî ji ajansa “AFP” re diyar kir, çekdarên Talîbanê beşeke mezin ji bajarê Geznî kontrol kir û destê xwe danî ser ofîsa hakim, baregeha polîsan û zîndanê jî, lê hîn şer û peçûn li hin deveran maye.

Tevgera Talîbanê da zanîn, wê bajarê Geznî ku paytexta wîlayeta Geznî ye kontrol kiriye.

Ji dema êrîşa Talîbanê ya di meha Gulana borî de, Geznî nêzîktirîn wîlayet e ji Kabulê ku dikeve destê Tevgera Talîbanê.

Tevgera Talîbanê di çend rojên borî de, bi awayekî bilez bi pêş ve çû û karî di hefteyekê de dest dane ser 10 wîlayetan ji koma 34 wîlayetan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin