Swêd: Salvegera Mahabadê di rojeke dijwar de hat pîrozkirin

Swêd: Salvegera Mahabadê di rojeke dijwar de hat pîrozkirin

PAK-Swedê jî beşdarê pîrozbayîyê bû. Ahenga îsal di dema ku ordîya Tirk bajarê Rojvayê Kurdistanê Efrînê bomberan kir de hat pîrozkirin.

A+A-

Di 2018-01-20ê de72-mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li paytextê Swêdê Stockholmê hat pîrozkirin. Aheng ji aliyê PDK-Îranê li Swêdê hatibû amadekirin.



Bernemaya ahengê ji du beşa bû, yek jê gotar, birûsk, axaftinên,  partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî û yên Swêdî bû, ya din jî muzîk û hunerî bû.
Di nav axaftvanan de birêz Hesen Şerîfî endamê deftera siyasî, HEVKARÎ- Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistanî li Swêdê û gelek kesên din hebûn.

2018-01-21-mah.jpg

Hunermendên dengxweş Kazo ji Bakurê Kurdistanê û Nasir Rezzazî ji Rojhilatê Kurdistanê bi stranên xwe yên ji çanda Kurdistanê aheng bi coş kirin.

Hersal PDK-Îranê bi piştgiriya HEVKARÎ li Swêdê salvegera Komara Kurdistanê bi ahengek girseyî bibîr tînin. PAK-Swedê jî beşdarê pîrozbayîyê bû. Ahenga îsal di dema  ku ordîya Tirk bajarê Rojvayê Kurdistanê Efrînê bomberan kir de hat pîrozkirin. 

2018-01-21-pak.jpg

Wek tê zanîn Komara Kurdistanê di sedsala 20'an de, di dema şerê cîhanî yê duyemîn de, di 22'ê çileya sala 1946'an  de, li Meydana Çarçira li  Mehabadê , ji aliyê pêşewa şehîd Qazî Mihemed ve hat îlankirin.


Lê mixabin ku piştî îlankirina Komarê bi demekî kurt, hêzên rejîma Îranê di 17'ê çileya pêşîn sala 1946'an de êrîş bir ser Komara Kurdistanê li Mehabadê û Komara Kurdistanê hilweşand.

Stockholm/Rupela nu

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin